Rojnameya Ronahî

‘Îmralî bûye navenda berxwedan û ramanê’

Rewşenbîr û endamên saziyên sivîl yên li Helebê gotin zîndana Îmralî ji bo gelê Kurd bûye navendeke berxwedan û îradeyê û rêber Abdullah Ocalan zîndan veguherandiye navendeke ramana azad.

Dewleta Tirkan ya faşîst ji roja girtina rêber Abdullah Ocalan (15’ê Sibata 1999) ve, siyaseta xwe ya tecrîdê li dijî wî didomîne.

Endamê Foruma Çandî ya Helebê ya Şêxmeqsûd, Ridwan Agirî got, ji dema girtina rêber Abdullah Ocalan ji hêla istixbarata dewleta Tirkan û hêzên navneteweyî ve heta vê rojê, li zîndana Îmralî tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan dewam dike, her roj ev tecrîda girankirî zêdetir dibe”.

Redwan Agirî axaftina xwe wiha domand: “Armanca girtin û tecrîdkirina rêber Abdullah Ocalan, şkandina vîna gel e û bi taybetî gelê Kurd.”

Agirî da zanîn ku artêşa dewleta Tirkan ya dagîrker êrişî tevayiya herêmên kurdan û destkeftiyên wan dike. Lewra ev destkeftî bi saya fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan pêk hatine.

Agirî axaftina xwe wiha domand: “Demeke dirêj e, girtiyên siyasî yên li girtîgehên Tirkiyê bi armanca rakirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan, dest bi grava birçîbûnê kirine. Ji bo vê yekê pêwîst e gelê Kurd piştgiriyê bide berxwedana zîndanan. Lewra azadkirina rêber Ocalan bi azadiya hemû gelên bindest ve girêdayî ye û ramana rêber Ocalan hemû gelan temsîl dike.”

Ridwan Agirî diyar kir ku zîndana Îmralî ji bo gelê Kurd bûye navendeke berxwedanê. Gelê Kurd vîn û berxwedana xwe ji navenda Îmralî digire û got, rêber Ocalan zîndana işkenceyê, veguherand zindana berxwedan û ramana azad.

Hevserokê meclisa taxa Eşrefiyê, Welat Memo jî diyar kir ku welatên kapîtalîst bi serkêşiya dewleta Tirkan, bi girtina rêber Abdullah Ocalan re dixwestin ramanên wî ji gel qut bikin.

Memo wiha dom kir: “Rêber Apo ji bo hemû gelên Rojhilata Navî bûye hêvî. Lewra Rêbertiyê tevî tecrîdkirina giran karî bigihîje çareseriyekê ji bo hemû pirsgirêkên civakî, aborî û pirsgirêkên din. Ew dixwazin projeya ku Rêbertiyê ji bo çareseriya Sûriyê û Rojhilata Navî danî, têk bibin. Her kes dizane ku Îmralî cihê çareseriyê ye.”

Welat Memo bang li gelê Kurd kir ku piştgiriyê bide berxwedana zîndanan û girtiyên grava birçîbûnê yên ku ji bo azadiya rêber Abdullah Ocalan tê dikoşin.

ANHA