Rojnameya Ronahî

Gelo R.Erdogan dîsa destûr stand?

Ahmet Aktaş

Pîştî bendeweriyeke bimereq ya dûr û direj, li Brukselê civîna mezin ya NATO’yê di 14.6.2021 de pêk hat. Li vir R.Erdogan, li gel hinek rêveberên dewletan hevdîtîn çêkir û ya herî balkêş jî ya li gel Biden bû.

Bi giranî, çarenûsa desthilatiya R.Erdogan bi vê hevdîtinê ve giradayî dihat didîtin. Hêviyeke erênî hema hema nebû ji bo demdirêjiya desthilatiya wî. Ev gumana neyînî, hem berî hem piştî hevdîtinê jî wîsa bû. Lê hinek bûyerên qewimîn, piştî vê/van civîn û hevdîtinan, bêhneke nexweş jê difûre.

Sê rojan piştî vê hevdîtinê, rêveberiya faşîst ya AKP-MHP’ê, êrîşa qirkirinê bir ser xaniyê HDP’a bajarê Izmîrê pêk hat û endama HDP’ê Deniz Poyraz şehîd kir.in Vê êrîşê, mixabin, ew êrîşa 24’ê Nîsanê tîne bîra mirovan ya ku ew jî hema çend saetan piştî axaftina bi telefonê ya Biden-R.Erdogan pêk hatibû. Bila were zanîn, ew êrîşa xedar û dagîrker, her niha jî dewam dike.

Du rojan piştî civîna Brukselê, li Cenevreyê, Biden û Putin li hev runiştin. Jixwe mijarên ku wê li ser biaxivin, di civîna NATO û hevdîtinên Bruksel de, bi piranî hatibûn diyarkirin. Her çendî naverokên taybet yên civînên wisa zêde nayên zanîn jî, dîsa gelek şîrove li ser wan tên kirin.

Herwiha ya têkildarî têkoşîna gelê Kurdistanê, mijara parastina Frotgeha H.Kerzayî ya navneteweyî ya Efxanîstanê ye. R.Erdogan, ev kar hema bi lezginî xwest hilde ser milê xwe. Biden, negot erê, got “emê li ser bişêwirin”, lê hem ji axaftinên rayedarên DYA û NATO hem jî li gorî şîrokeran, ev daxwazî pejirandî tê dîtin.

Li gorî van mijaran, ew gumana berê ku dihat gotin “êdî YA û DYA temendirêjiya rêveberiya AKP-MHP’ê naxwazin”, lewaz dibe, gimana ku “wê demeke din jî, rê bidin faşîzma Tirkiyê” xurttir dike.

Ji aliyê din ve, eşkere dihat dîtin ku AKP-MHP pir tirsiyabûn. Jixwe berî van hevdîtinan, bilez ketibûn nava hewldanan, da ku wan mijarên DYE û YE jê dixwazin sererast bikin. Herwiha diyar dibe ku R.Erdogan jî didît, di mijara Efxanistanê de hewcedariya DYA û NATO bi wan heye. Ji ber wê ev mijar gelek bi xurtî, berî civînê xistibûn rojevê. Bêguman ji bo Erdogan, dewama destihilatiya wî tenê girîng e.

Weke tê zanîn ev kar, hem temenê desthilatiya wî dirêj dike hem jî qezenceke mezin bi dest dixe. Ji ber ku Efxanistan, navenda bazirganiya derman/madeyên hişbir/narkotîkê ye û ekîba R.Erdogan jî di vê derbarê de şareza ne! Dost û hevalên wan yên binavûdeng û qirker General Raşit Dostum jî hene. Piraniya vê bazirganiyê, ji berê ve di ser Îranê û Tirkiyê re derbasî Ewrupayê û welatên din ên cîhanê dibe. Koma R.Erdogan-D.Bahçelî, kengû vê nimetê ji destê xwe berdidin. Jixwe bi destûlepan xwe avêtine nava vê xenîmetê. Bi tenê kelemek heye, ew jî; nerazîbûna Talîbanan e! Bêguman, bi giştî li pêş wan, kelemê herî mezîn yê wan hilweşîne, berxwedana gelê Kurdistanê ye.

Wisa xuya dibe ku ev siyaseta gemar û bixeter ya dewleta AKP-MHP’ê ya li ser gelê Kurdistanê, wê demeke din jî dewam bike. Weke her car, dîsa bar li ser milê gêlê Kurdistanê û dostên wan yên cihanê dimîne. Jixwe hêviyeke alîkariya bingehî, ji wan hêzên hegemon nayê kirin. Erê li ser hinek mijaran bi hev re dimeşin, lê nakokiyên wan ne kêm in û ne jî Piçûk in. Divê ev aliyên wan yên lawaz jî werin dîtin û li gorî wê, li gel xebata cewherî/bingehî, girîngiya xebata dîplomasî û lobî neyê jibîrkirin.