Rojnameya Ronahî

Zîwer Elî: Em şerê birakujiyê qebûl nakin

Şivan Xelîl/Amûdê

Zîwer Elî têkildarî tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo û girêdana wê bi êrişên dewleta tirkî yên ser başûrê Kurdistanê ji rojnameya me re axivî.

Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan ya navçeya Amûdê Zîwer Elî di destpêka axaftina xwe de ev nirxandin kir: “Dewleta tirkî dixwaze di şexsê Rêber Abdullah Ocalan de û bi girankirina tecrîdê, gelê Kurd tine bike. Ji ber wê êrişeke pir giran li ser rêbertiyê dikin. Bi vê êrişê dixwazin felsefeya rêbertiyê di zindanê de ava kirî, ji gel qut bikin. Lê di rastiyê de hewldanên wan tev têk diçin. Lewra Rêber Abdullah Ocalan felsefeyek ava kiriye û li seranserê cîhanê belav bûye. Ji ber wê planên wan bi ser nakevin.

Zîwer Elî derbarê êrişên dewleta tirkî yên ser başûrê Kurdistanê wiha axivî: “Dagîrker dixwazin di kesayeta Rêber Abdullah Ocalan de, komkujiyan bikin. Ji ber wê êrişî başûrê Kurdistanê dikin û ev jî yek ji komployên wan e.”

Ziwer bal kişand ser planên NATO û kiryarên PDKê wek xiyanet pênase kir û wiha berdawamî da axaftina xwe: “Dewleta tirkî ya faşîst li gel NATO planên pir girêj li ser Kurdan dike. Lê li hemberî van planan berxwedan û têkoşîneke pir mezin heye. Herwiha ji bo yekîtiya gelan têkoşîn tê meşandin. Ji ber wê bi hevkariya PDK`ê êrişî çiyayên Kurdistanê dikin. Astenkirina şande aştiyê û girtina nûnerên Rêveberiya Xweser dide diyarkirin ku PDK bi bi fermî li gel artêşa tirkî şerê gerîla dike.

Ziwer Elî xiyanetên PDKê yên berê bîr anin û wiha got: “Di nêrîna min de ji destpêkê ve avakirina PDK`ê plana dewletên emperyalîst bû, ku bi riya wê, partiyên Kurdan, deskeftî û têkoşîna tevgerên Kurdî ji holê rakin. Lewra avakirina wê ne avakirineke welatparêzî bû. Avakirina wê weke lobiya sihiyonî (giladyo) bû. Ji ber wê PDK ji aliyê dewletên cîhanê ve tê meşandin da ku tevgerên kurdî tine bikin.”

“Helwesta pêşmergeyan cihê rêzgirtinê ye”

Zîwer helwesta pêşmergeyên li hemberî şerê navxweyî derketîn pîroz kir û wiha domand: “Dema ku pêşmerge derdikevin û dibêjin em şerê birakujî nakin, di nava mirovayiyê de cihê rêzdariyê ye. Lewra çi gerîla û çi pêşmerge ji bo parastina gel têkoşînê dikin. Şerê birakujiyê nayê qebûlkirin. Em wek malbatên şehîdan vê qebûl nekin û heta dawiyê emê têbikoşin da ku şerê birakujiyê neyê kirin. Biryara pêşmergeyan jî cihê rêzdariyê ye.”

Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan ya navçeya Amûdê Zîwer Elî bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Rêxistinên mafê mirovan qaşo banga mafên mirovan dikin. Lê girêdana wan bi dewletan re di çarçoveya berjewendiyan de ye. Ne Rêber Abdullah Ocalan ne jî tevgera kurdî di rojeva wa de ye. Gelê Kurd li ber çavê cihanê tê fetisandin û helwestên şênber yên rêxistinên mafên mirovan nînin. Eger van saziyan mafên mirovan biparasta diviya keysayetên weke rêbertiyê û yên ji bo azadiya mirovayiyê dixebitin bihatana xelatkirin. Divê saziyên mafê mirovan li erkê xwe yê li hemberî rêber Apo û gelê Kurd xwedî derkevin. Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî divê li xwe vegere û eger nakokiyek di navbera wan û PKK`ê de hebe jî bi riya diyalogê çareser bikin.”