Rojnameya Ronahî

Şehîdên Helencê hatin bîranîn

Jinên Girê Spî û Eyn Îsa di salvegera yekê ya şehadetê de her sê têkoşer Zehra, Hebûn û Emîne yên ji aliyê dagîrkeriya tirkî ve li gundê Helencê yê Kobanê hatîn şehîdxistin, bîr anîn.

Koordînasyona Kongreya Star şaxê Kobanê, bi pêmana salvegera yekê ya şehadeta endamên Kongreya Star Zehra Berkel, Hebûn Mela Xelîl û dayîka Emîne Weysî ku 23’yê Hezîrana borî di encama bombebarana balafirên keşfê yên dewleta tirkî ya dagîrker de şehîd bûbûn, semînerek organîze kir.

Bi dehan jin û endamên meclisa kantona Girê Spî û navçeya Eyn Îsa tev li semînerê bûn.

Endama rêveber ya Kongreya Star ya kantona Kobanê Hedle Hesen semîner da û piştrast kir ku dagîrkeriya tirkî bi şehîdkirina her sê têkoşeran; Zehra, Hebûn û Emîne xwest berxwedana jinên azad bişkîne.

Hedle diyar kir ku dewleta tirkî ya dagîrker û şaneyên wê xwestin bi êrişa ser her sê têkoşeran, têkoşîna jinan rawestîne.

Tê payîn ku Kongreya Star şaxê Kobanê di rojên bêş de rêzesemîneran derbarê vê mijarê de li tevayiya navçeyên Kobanê organîze bike.

ANHA