Rojnameya Ronahî

Li bakurê Kurdistanê kampanyaya zimanê kurdî

Rewşenbîr û nivîskarên Rojavayê Kurdistanê piştgiriya xwe ji bo kampanyaya zimanê kurdî ya li bakurê Kurdistanê nîşan dan û diyar kir ku kampanya ji bo wan cihê serbilindiyê ye.

21`ê Sibatê Platforma Zimanê Kurdî û Tora Ziman û Çanda Kurdî li bakurê Kurdistanê bi navê “Bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî û zimanê perwerdeyê” kampanyayeke îmzeyan dan destpêkirin.

Heta niha gelek aliyên têkildar, herwiha partiyên siyasî yên bakurê Kurdistanê tevlî kampanyayê bûne. Lê çalakiyên vê kampanyayê ji aliyê polîsên dewleta tirkî ve tên astengkirin.

Têkildarî mijarê serokê Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê û mamosteyê wêjeya kurdî yê Zanîngeha Rojava Welîd Bekir diyar kir ku piştgiriya kampanyaya ji bo zimanê kurdî li bakurê Kurdistanê dikin û wiha axivî: “Dewleta tirkî ya dagîrker ji destpêka avabûna xwe ve siyaseta qirkirin û pişaftinê li ser gelê Kurd li bakurê Kurdistanê dimeşîne. Lê di gel vê siyastê nikarîbû çand û zimanê gelê Kurd tine bike.

Bekir diyar kir ku bi hêvî ne kar û xebata ji bo zimanê kurdî li bakurê Kurdistanê bigihîje encameke baş.

Welîd Bekir da zanîn ku di wê baweriyê de ne ku têkoşîna ji bo ziman dewam bike û got, tekoşîna gelê bakurê Kurdistanê têkoşîneke pîroz e.

Li aliyekî din berdevkê fermî yê Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Sûriyê Gulal Kasanî jî da zanîn ku dewleta tirkî ya dagîrker di dirêjayiya dîrokê de her dem bi siyaseta xwe ya şovînîst li hemberî neteweya Kurd bi kar tîne û wiha dewam kir: “Dewleta Tirk hem li bakurê Kurdistanê, hem li derveyî Bakur şerê Kurdan dike. Dewleta tirkî bi wedexekirina ziman şerê hebûna Kurdan dike.”

Kasanî diyar kir ku kampanyaya ji bo ziman hatî destpêkirin li cem wan cihê serbilindiyê ye û got, em nivîskarên Rojava vê gavê erênî dinirxînin.”

Kasanî wiha li axaftina xwe zêde kir: “Di dirêjayiya dîrokê de tevî siyaseta bişaftinê, sitemkarî û dagîrkeriyê jî gelê Kurd zimanê xwe parast.”

ANHA