Rojnameya Ronahî

Nehêlin ti kes gulên baxê we biçilmisîne

Sîpan Şînda

Demsalên welatê min veguherîne. Zivistana reş û tarî dîsa konê xwe li ser welatê min vegirtiye. Ewrên reş û tarî li hev dicivin, her peleyek ewrê reş li kû dera dinyayê hebe berê xwe daye welatê min û li raserî wî kom dibin. Wê ewrên xumam tev li raserî welatê min kom bibin û berf û baranê, ba û badevê li ser welatê min bibarînin. Xwedayên xezebê li hev civiyane û tevayiya ewrên xezebê li ser welatê min de rêkirine. Ew ewrên ba, badev û tofan jê diweşin. Dengê xurexura esmanan stêrkan dirijînin, xewê li milyaketan diherimînin. Terqîna dengê birûskên li zinar û lûtkeyên çiyayên welatê min dikevin, perikê guhên mirovan diteqînin, kerran kerrtir dikin. Birqên belediyên ji nava wan ewrên xumam derdikevin, pey xwe de xurexur û lêhiyan tîne. Her terqîna birûskekê hiznê têxe di nava gelî û newal, çiya û zozan, gund û bajarên welatê min.

Li welatê min demsal mirî ne, bihar mirî ye, kanî û robar mirî ne, bax û bostan mirî ne, havîn mirî ye, av û avî mirî ne, dehl û dir mirî ne, mişk û mar mirî ne, xweza mirî ye, jiyan mirî ye jiyan. Tovê jiyanê li welatê min hatiye reşandin, lêbelê hatine jehrîdan û nahêlin şîn bibe, geş bibe, gur bibe, xwezayê vejîn bike, kanî û robaran der bike, deşt û çiyan bixemilîne. Xemla gir û baniyên welatê min sosin û beybûn in, nêrgiz û lîloz in, binevş û berfîn in, guldexwînên xemgîn in, gulên sor û zer û xemrî ne. Erê gulên bi bêhn in, bi xeml in, bi rewş in. Gulên li ber bêhna evîndaran, gulên li ser guliya sewdaseran, gulên di hembêza kezeb şewatan. Gulên sînca bax û bostanan, dehl û rezan, sebra dilê aşiqan, hêvî û xeyalên sêwiyan.

 

Dengê qîjîna teyrê baz êdî di geliyên kûr û dirêj de deng venade, pîrte pîrta pezkoviyan  û terqîna şaxên wan yên qoç ji ser hewalên bilind nema hizûrê berdide di gorên hezar sale de. Li dora xwe di nêrim, li hewalên bilind, li dolên hûnik, li ber tehtên tavê nabînin, li nizarên xewle di nêrim, lê belê keviyên berfê nema xwiya dikin. Ew keviyên berfê yên çar demsal li serê zozanan di heyîva temîz û tebaxê de qebûqebû ji tîrêjên tavê re dikirin tev heliya ne. Ma ne bese wa ewrên reş û tarî, wa ewrên xezebê, wa kumikên belayê, wa neyarên keyf û xweşiyê, wa ewrên jehriyê di barînin, ma ne bese! Êdî belav bibin ji ser welatê min, herin, dûr bikevin, nema birûskên xwe li teht û zinarên çiyayên poz bilind bidin. Bila êdî bihar bê welatê min, bila kulîlkên welatê min bêhna xwe di ser geliyên kûr de berdin. Bila gulên welatê min bê av nemînin. Bila kulîlkên baxan ne çilmisin. Li gulên baxê xwe xwedî derbikevin û ne hêlin ti kes wan biçilmisîne.