Koma Harmûnî çalakiyeke hunerî pêşkêş kir û tê de girêdana stiranên kurdî, erebî, suryanî û ermenî destnîşan kir ku tabloyeke hunerî û rengê herêmê diyar dike.
Bi piştgiriya ya Desteya Ciwanan û Werzişê ya Herêma Cizîrê, Koma Harmûnî çalakiyeke hunerî li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya bajarê Qamişlo pêşkêş kir û bi dehan ciwan û jinên ciwan pê kêfxweş bûn.
Koma Harûmî ji aliyê hunermend Harotyon Madarjiyan ku dema çeteyên DAIŞ`ê Reqa dagîr kirîn, ji wir koçî bajarê Qamoşlo bûye û li vir peymangeha bi navê Peymangeha Harmûnî ya Muzîkê vedike.
Di peymangehê de koma bi nave “Harmûnî” ava kir û tê de ciwanên Kurd, Ereb, Suryan û Ermen hene..
Vê komê çalakiyeke hunerî ku tê de tevayiya zimanên gelên bakur û rojhilatê Sûriyê hatine diyarkirin, pêşkêş kir.
Harotyon Madarjiyan ku berpirsê vê komê ye ev agahî dan: “Piştî peymangeh di salekê de hat pêşxistin, min xwest komekê ji xwendekarên peymangehê çêkim û min navê wê kir Harmûnî. Dema ez hatim Qamişlo, min dît ku welatiyên Eereb, Kurd, Suryan, Ermen û Asûr bi hev re dijîn û sedema navlêkirina komê ew bû ku girêdana gelên herêmê nîşan dike.”
Harotyon Madarjiyan diyar kir ku koma Harmûnî stiranên kurdî, eremenî, suryanî, asûrî, merdelî û erebî pêşkêş dike. Lewra mîrateya herêmê ye û armanca me bi riya vê hunerê yekîtiya gelan e û mûzîk jî zimanê cîhanê ye.
Harotyon Madarjiyan axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Her yek bi hunera xwe xwediyê peyamekê ye. Peyama me ya bi riya vê hunerê ew e ku em ji cîhanê re bêjin em bi Kurd, Ereb û Suryaniyên xwe ve li welatekî dijîn û ev e mûzîka me ya hevbeş e.”
ANHA