Rojnameya Ronahî

Agirê Başûr, tîn û roniya xwe dide rojavayê Kurdistanê jî.

“Jİ NÊZ VE”

Ednan Mustafa

Ev demek e çavê dinayayê li lûtkeya NATO bû. Di heman demê de her kes li benda hevdîtina Erdogan û Biden bû ka wê ji hevdîtina ku 6 meh in Tirkiye û Erdogan li bendê bû çi derkeve. Gotineke pêşiyên me heye: “Roja Pênşemê ji Çarşemêdiyar e”. Rast e bendewariyek ji vê hevdîtinê hebû, lê herî kêm ji bo me Kurdan kêm zêde me texmîn dikir ka wê encameke çawa derkeve.

Ji 23yê meha Nîsanê ve dagîrkeriya Tirkiyê ku yek ji hevkarên Emerîka û NATO ye, êrîşî başûrê Kurdistanê dike û qanûn û pîvanên navneteweyî binpê dike. Bi navê şerê li dijî PKK’ê dar û beran, dehil û zeviyan dişewtîne û mirovan dikuje. Lê li hemberî vê hovîtiyê di serî de welatên li lûtkeya Cinêvê kom bûyîn, ji ti welatî dengê nerazîbûnê derneketiye. Ji ber wê berî hevdîtina dualî ya Bidenn û Erdogan û piştî wê jî ji bo Kurdan tiştekî were guhertin nîne. Nîşana wê jî daxuyaniya Erdoganê dagirker e ku got, divê hevkarên me di navbera Terorîstên baş û nebaş de ti cudayiyan nebînin, teror her teror e”. Ev hevoka Erdoganê faşîst diyar dike ku mijara her du aliyan li hev kirî mijara tasfiyekirina PKK’ê ye.

Rêvebiriya Emerîka berî lûtkeya NATO, roniya kesk ji Tirkiyê re pê xist ku êrişî başûrê Kurdistanê bike. Lê vê têrê nekir hêzên PDK’ê jî beşdarî van êrişan kirin û rêveberiya Baxdayê bêndeng kir. Lewra ji her kesî ve diyar e ku erdê Iraq’ê di binê serweriya Emerîka de ye. Cihekî serweriya Emerîka hebe li wir alozî û kirîz hene. Ev heqîqet di polîtikaya Emerîka ya Rojhlata Navî de veşartî ye. Emerîka ji bo bi Îranê re şer neke, sala 2020an hêzên xwe kişandin herêma Kurdistanê. Lê bi hatina Emerîka ya herêma Kurdistanê re aloziya di navbera Kurdan xwebixwe û di navbera Kurdan û Tirkiyê de kûrtir kir. Ji bo wê polîtîkaya Emerîka li hemberî Kurdan ne yek, di zihniyeta desthiladariya Emerîka de Kurdê Baş û Kurdê xirap heye. Ji ber wê li Başûr piştgiriya PDK’ê û YNK’ê dike, di heman cografyayê de rê dide tasfiyekirina PKK’ê. Bi heman siyasetê ve girêdayî behsa hiqûq û edaletê dike. Lê li bakurê Kurdistanê û Tirkiyê li hemberî qirkirina siyasî, kuştina endamên HDP’ê lîstika sê meymûnann dilîze.

Nêzîkatî û siyaseta Emerîka li bakur û rojhilatê Sûrî û rojavayê Kurdistanê ji polîtîkaya giştî ya Emerîka û NATO ne qut e. Ji vekişandina leşkerî ya Emerîka ji rojavayê Kurdistanê heta betalkirina peymana Şirketa Delta ya Petrolê, diyar dibe ku polîtikayeke Emerîka ya derbarê Kurdan de nîne. Emerîka bi vê nêzîkatiyê dixweze demê qezenc bike. Li aliyekî hêvî dide QSD’ê ku dibêje; em ji bo aramiya bakur û rojhilatê Sûrî li vir in, li aliyê din ji bo tasifyekirina tevgera azadiyê bi Tirkiyê re peymanên veşartî imza dike.

Di vê çarçoveyê de, dema hevdîtina Erdogan û Biden were temaşekirin û xwendin. fi navbrra her du aliyan de pazara sereke dîsa Kurd bûn. Weke ku rêvebrriya Emerîka ji dagîrkeriya tirkî re bêje, xwe nêzî Rojava neke, lê ji bo te Kurdên perçeyên din tu serbest î. Tu wan dikujî, tine dikî, ew karê te ye.

Lê rastiya gelê Kurd û tevgera azadiyê (PKK) tersê xwendina Erdogan û Biden e. PKK’ê nîşan daye ku Kurd yek beden in. Parçeyek ji bendê biêşe wê laş hemû êşê bikşîne. Di wê weteyê de agirê ku li başûrê Kurdistanê geş dibe, tîn û roniya xwe dide rojavayê Kurdistanê jî. Lewra şîn û şahiyên me jî yek in.