Rojnameya Ronahî

Armanca gelacan pêk neynin

Leylan RESO/Qamişlo

Li ser hewldana derxistina tevlîheviyê li Minbicê, şêniyên bajarê Qamişlo gotin, divê şêniyên Minbicê fêm bikin ku gelek aliyên derve dixwazin li herêmê bi derxistina tevlîheviyê armanca xwe pêk bînin. Ji ber wê divê li hemberî van hêzan bibin yek.

“BI SIYASETEKE QIRÊJ MILET DIKIŞÎNIN NAVA ŞERÊ BIRAKUJIYÊ”

Li ser vê mijarê, welatiyê bi navê Mehmûd Ebas wiha axivî: “Ez van bûyerên dawî yên li bajarê minbicê dibin şermezar dikim. Di vê rewşa zehmet ya em tê de, li milekî êrişên dewleta tirkî, li milekî jî siyaseta rêjima Şamê û hin dixwazin di nava gelên me de nakokiyan derxin. Bi siyaseteke qirêj dixwazin di nava gelan de şer derxin. Bi sedê salan e em bi tevayiya gelan bi hev re dijîn. Divê gel derbarê siyaseta dewleta tirkî de şiyar bin.”

“PAŞROJA HELÊ ME HEVBEŞ E”

Ebas di dewama axaftina xwe de wiha got: “Têgîna jiyana bi hev e di nava gelan de ji mêj ve heye. Lewra gel bi hev re dijîn. Li welatekî her guherîn erênî bandorê li gelan dike. Gelên herêmê li ser yek erdnîgariyê dijîn û çarenûsa wan hevbeş e. Herwiha daxwaziya wan ya hevbeş di nava aştiyê de paşrojeke biewle, aram, azad e.

Ebas axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Di rewşa heyî de divê li hemberî komployan em şiyar bin da em bikarin li ser bingehê çanda aştî û heskirinê pergala xwe ava bikin.”

“ARMANCA DEWLETA FAŞÎST BINXISTINA GELÊ BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ YE”

Li ser mijarê ciwanê bi navê Şihab Evdikê (23) jî nêrîna xwe wiha diyar kir: “Bûyerên li Minbicê bûyîn plankirî ne û bi desteka dewleta tirkî ya dagîrker pêk hatine. Armanca wê  binxistina gelên bakur û rojhilatê Sûriyê, derxistina nakokiyan di nava gelên wê de û astengkirina demoqratîk biçewisîne û nehêlê pirojeya rêveberiya xweser ya netewa demoqratîk bi ser bikeve.”

“DIVÊ GELÊN ME HIŞYAR BIN”

Şihab got, bûyerên herî dawî yên li minbicê, zererên madî û canî dan. Di wê demê de gelek kes birîndar bûn û hin jê mirin. Ev ciyê şermezarkirinê ye. Dive gelên me hişyar bin ku ev êriş bi desteka dewletên mezin û rêjima Sûriyê ye.