Rojnameya Ronahî

“Ji ber ku xebata tevgera azadiyê li dijî desthildaran e, êriş li ser dibin”

Dilîn EHMED/Qamişlo

Li Zap, Avaşîn û Metîna, ji ber êrişên dewleta tirkî ya dagîrker, ji 23`ê Nîsanê ve, gerîla bi têkoşîneke bêhempa li ber xwe didin. Li ser mijarê Rozelîn Bekir diyar kir ku êrişên li ser Herêmên Parastinê yên Medya dibin, berdawama komploya qirkirina gelê Kurd û tinekirina projeya demokratîk e.

Endama Meclisa Jinan ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Rozelîn Bekir derheqê vê mijarê de wiha axivî: “Em niha di rojên pir dîrokî re derbas dibin. Piştî berxwedana gelê me û bi saya xwîna şehîdan, em niha li ser xaka xwe dijîn. Lê ji ber ku dewleta tirkî dewleteke dagîrker e, Kurd li kû bi êrişî wan dike. Herî dawî êrişên ser Zap, Avaşîn û Metîna dest pê kirin. Bi van êrişan diyar bû ku dewleta tirkî gelê Kurd bi giştî dike amanca xwe ne partî yan şexsekî. Her kes dizane ku Erdogan ku mirovkî Kurd li ser heyvê konekî jî vede, wê êrişî wî bike. Ji ber wê divê gelê me hişyar be û baş bizane ku dewleta tirkî bi hiceta PKKê êrişî wan dike. Bi taybetî divê gel û hukûmeta Başûr careke din li dîrokê vegerin.”

Rozelîn got, em nikarin inkar bikin, mala Berzanî maleke Kurdî û kevnar e. Li hemberî dijmin gelek şehîd jî dane, lê tişta ku niha xuya dike ew e ku îradeya vê malbetê di destekî de maye. Rozelîn axaftina xwe wiha domand: “Ev ne cara yekê ye ku dijmin êrişî gelê me dike. Mixabin niha careke din bi desteka hin Kurdên me, careke din dijmin tinekirina gelê Kurd xistiye plana xwe. Em helwesta PDKê ya ku piştgiriya êrişên dagîrkirina Kurdistanê dike layiqê partiyeke kurdî nabînin. Rastiya tevgera azadiyê di êrişên ser Şingalê de li ber çavê tevayiya cîhanê hat dîtin. Yên civaka Êzîdî ji hovîtiya çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirî kî bûn? Ma ne ew gerîlayên niha li hemberî êrişên qirkirinê li ber xwe didin bûn? Ti kes nikare vê rastiyê veşêre. Lê ji bo ku Başûr Erdogan razî bike, bi tevayiya hewildanên xwe dagîrkeriya Tirkiyê û êrişê wê rawa dike. Herwiha Başûr li dijî hêza ku xaka wê parastî û diparêze, bûye xencer. Divê gel vê qebûl neke.”

“DIVÊ KURDISTAN SER HER TIŞTÎ RE BE”

Derheqê girîngiya avakirina yekîtiya neteweyî de ku demeke hatibû rawestandin, Rozelîn Bekir wiha axivî: “Ji bo avakirina yekîtiya neteweyî li ser banga fermandarê Hêza Sûriya Demokartîk (QSD) Mezlûm Ebdê, em dikarin bêjin heta astekê diylog baş hatin kirin. Hêviya gelê me yê li her çar paerçeyan hebû ku mala me ya kurdî were avakirin. Lê ez vê jî bêjim, ev cihê mixanbiniyê ye ku dewletên derve yên weke Emerîka bêjin divê hûn xwe bikin yek. Xwezî gel û paritiyên me bixwe doza vê bikiran. Wisa xuya dibe ku dijminê me dîroka me baş dixwîne, ji ber wê dizane yên ku Kurdan dişkînin Kurd bixwe ne. Ji ber wê dijmin her tim hewl dide ku diyalogên li ser yekîtiyê bide sekinandin. Lewra berjewendiyên wan di şerê birakuijiyê de ne. Ji ber wê eger em di vê rewşa hesas de yekîtiya xwe ava nekin, emê careke din doza xwe wenda bikin. Ji bo wê divê em  gelê Kurd li her çar perçeyên Kurdistanê rabin ser piyan û bêjin; êdî bes e divê em Kurdistana xwe rizgar bikin û ser her tiştî re bigirin.”

“KAR Û XEPATA WAN JI BO WE YE”

Rozelîn Bekir got, ev zêdetirî 40 salî ye tevgera azadiyê ji bo parastin û bidestxistina mafê gelê Kurd, têkoşînê dike û li her çar parçeyan jî şehîd dane. Para herî mezin jî niha li çiyayên azad li ber xwe didin. Rozelîn axaftina xwe wiha domand: “Têkoşîn û berxwedana tevgera azadiyê ya bi salan tenê ji bo parastina gelê Kurd e. Bila ti kes xwe nexapîne û nebêje ev tevger ji bo berjewendiyên xwe dike. Êrişên ku niha dijmin li ser gelê me dike, herî dawî êrişên ser Herêmên Parastinê yên Medya pir eşkere diyar dikin ku dewleta tirkî û hevkarên wê qirkirina gelê Kurd xistine plan xwe. Êrişa çekdarên PDKê siyaseta qirêj ya dijminê gelê Kurd e ku dixwaze birakujiyê derxe. Eger Başûr bêje me ji bo parastina xaka xwe êriş kir, em tiştekî nabêjin, lê emê vê bipirsin: Li ser baregehên leşkerî yên dewleta tirkî yên li Başûr, helwesta wan çi ye? Herwiha her kes dizane ku aboriya Başûr jî di destê dewlata tirkî de ye. Çima Başûr li hemberî dijmin dengê xwe nake, lê li hember birayên xwe bi hêsanî êriş dike? Ev hemû pirs in. Gelo bersiva wan çi ye?”

“SIYASETA TIRKIYÊ LI BAŞÛR JÎ TÊ BIRÊVEBIRIN

Endama Meclisa Jinan ya (PYD) Rozelîn Bekir li ser siyaset û peyamên Erdogan axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Siyaseta ku Erdogan li Tirkiyê bi rê ve dibe, li Başûr jî dide meşandin. Girtina nûnerên Rêvberiya Xweser û PYDê ev eşkere kir. Ev siyaseta dewleta tirkî dimeşîne, ji bo Kurdan pir bixeter e. Divê Başûr hişyar be, armanca Tirkiyê qirkirina Kurdan e, ne ya Partiya Karkerê Kurdistanê tenê ye. Ev di peyamên Erdogan de jî diyar dibe. Çawa ku her tim diêje, şaşîtiya me li bakurê Iraqê kirî emê li bakurê Sûriê nekin.  Li gorî ku tê xuyakirin Erdogan hesab dike eger tevgera azadiyê tine bikin, wê Başûr di hefteyekê de tine bibe. Ji bo wê banga me ya sereke û girîng ew e ku, gelê me yê her çar perçeyan, bi taybetî Başûr li hemberî planên dijmin hişyar be û piştgiya gerîla bikin. Lewra yên ku wan ji bindestiyê rizgar bikin ew in.”