Rojnameya Ronahî

Gerîla doza jiyana xwebûnê ye

Gulîstan Xalid

Ya ku jiyana mirov dike xwedîarmanc, pîvan û rêgezan diyar dike, doz e. Doz jî ne meseleyeke fikrî û siyasî tenê ye. Meseleyeke dil û evîndariyê ye. Mirov fikir di mejiyê xwe de dibe û tîne, bi lêpirsînan zelal dike, lê bi dilê xwe pê bawer dike û pê ve tê girêdan. Ji bo dozê bi qasî mejî dil û evîndariyê jî pêwîst dike. Çawa ku destanên evînê ji ber şerê li hemberî dijberiya evînê û têkoşîna di riya wan de hatiye dayîn bûye evîneke destanî, doz jî wisa ye. Dema tu bi dilê xwe pê ve têyî girêdan, çiqas dijber hebin, cîhan tev jî bi ser te de bê û bi şert û mercên zehmet re rûbirû bêyî jî, mirov dev ji dozê bernade.

Îca dema ev doz doza azadiyê be, doza gelekî ku bi salan ji ber zimanê xwe, çanda xwe, erdîngariya xwe bi her cureyê êrîşan re rûbirû hatibe, bi tevayiya siyasetên ku hebûna wê inkar dike û qebûl nake re rûbirû hatibe, wê demê ji bo dozeke wiha mirin ji jiyanê birûmettir dibe. Lewra jiyan ne danûstandina nefesê tenê ye, jiyan xwebûn e, xwebûna xweserbest îfadekirin e. Mîna gerîllayên ku niha ji bo doza xwe li hemberî artêşa dagîrkeriya dewleta tirkî, li hemberî dewleta 2. Ya NATO li ber xwe dide. Ma her kes dizane ku gerîla teknîka wê ne weke ya dewletê ye. Lê yê gerîla dide şerkirin ne teknîk e, yê ku teknîkê bi afrînerî dide bikaranîna gerîla ye. Ji ber gerîla bi dildarî û dizane ji bo çi li ber xwe dide, dizane ka çi dixwaze, dizane tama jiyana azad û xwebûn çi ye û çawa ye.

Doza gerîla doza jiyana xwebûnê ye. Di riya wê de şer dike, li ber xwe dide, afrîner dibe, moralê xwe, baweriya xwe ji hêza doza xwe digire gerîlla. Yê ku di rih û mejiyê xwe de azad dibe afrîner jî dibe. Li wan çiyayê Kurdistanê afrîneriya gerîlla ji vê rastiyê tê. Yanî gerîla ne tenê weke hêzeke ku şer dike, ew hêzeke xwedî fikreke ku pê bawer e, xwedî modêla jiyanekê ye.

Niha artêşa dewleta tirkî ya dagîrker bi tevayiya hêza xwe êrîşî gerîla dike û bi armanca tinekirinê vê êrîşê dike. Em dibînin bê çawa ev artêş li hemberî berxwedana gerîla tengav bûye, lê nema dikare ne gavekî paş de bavêje û ne jî berxwedana gerîla bişkîne. Ev artêşa ku xwe spartiye teknîka xwe ji bê çaretiyê geh çeteyan bi kar tîne geh jî xayînan bi kar tîne, lê dîsa jî li hemberî berxwedana gerîla encama ku dixwaze nikare bigihiyê. Du sedemên vê yê esasî ku artêşa tirkî nikare fam bike hene, yek Ji ber ku ne xwediyê wan çiyayan e, ya duduyan jî gerîla bi vîn û baweriyekê li ber xwe dide û xwdiyê wan çiyayan e, wdiyê doza xwebûnê ne….