Rojnameya Ronahî

“Parastina Kurdistanê hem erk, hem ferz e”

Oldaran got, êrişên artêşa tirkî yê dagîrkirina başûrê Kurdistanê û herêmên bakur û rojhilatê  Sûriyê li dijî Islamê û Qurana pîroz in. Her wiha li dijî  rêgezên civakî û mirovî ne. Ji ber wê parastina erdê Kurdistanê hem erk, hem ferz e.

AKP’ê ya bi serkêşiya Erdogan ji dema ku gihiştiya ser desthilata Tirkiyê ve, di sala 2003’yan

“ERDOGAN BI KIRYARÊN XWE OL REŞ KIR”

Oldarên ola Islamê gotin, Erdogan bi kiryarên xwe ola Islamê reş kir. Mele Mihemed Berekat (85) ku meleyê mizgefta El-Bûxarî ya bajarê Serê Kaniyê yê dagîrkirî bû û piştî dagîrkirinê koçber bû, got, gelê Kurd gelekî Misilman e, êrişên dewleta tirkî yên ser gelê Kurd li dijî nirx û ola Islamê ne û derexlaqî ne.

Mele Mihemed Berekat axaftina xwe wiha domand: “Naxwazim tiştekî ji Erdogan re bêjim, lê dixwazim vê bipirsim; gelo Qurana pîroz ku Erdogan dixwîne êrişên ser gelê Kurd, Ereb û Suryan qebûl dike? Gelo Erdogan di Qurana pîroz de dîtiye ku êrişî gelên herêmê bike û mal û milkên wan talan bike, wan bikuje, koçber bike û malên wan hilweşîne, xaka wan desteser bike, kesên xerîb di malên wan de bi cih bike.”

Mihemed Berekat got, ez meleyê mizgefta El-Bûxarî ya li Serê Kaniyê bûm, ez ji ber êrişên Erdogan neçar mam dev ji mizgeft, xizim û mal û milkên xwe berdim.

Mele Mihemed Berekat bal kişand ser girîngiya cîhada li dijî Erdogan û got, lewra ew bi kiryar û sûcên xwe zilmê li gelên herêmê dike. Pêxemberê me jî gotiye cîhada herî baş cîhada li dijî zilmê ye.

Endamê Saziya Kar û Barên Olî û serokê nivîsgeha El-Weqif û Milkan li Tebqayê Şêx Ednan Îd Ilêwî jî got, dewleta tirkî welatên Ereban û Rojhilata Navî 400 salî di binê dagîrkeriya xwe de hişt. Niha Erdogan dixwaze careke din vê dagirkirinê nû bike.

‘ERDOGAN OLA ISLAMÊ BI KAR TÎNE’

Ilêwî diyar kir ku Erdogan ji bo ku dagîrkirina xwe li herêmê û welatên Ereban nû bike ola Islamê bi kar tîne û got, ev siyaset dûrî ola Islamê ye. Herwiha eger em li siyaseta Erdogan ya dagîrkirinê binêrin emê bibînin ku ew tijî xirakirin, hilweşandin, kuştin, koçberkirin û hilweşandina binesaziyê ye.”

Di dawiyê de Şêx Ednan Îd Ilêwî bang li tevayiya oldarên Islamê, misilman û oldarên El-Ezher kir ku tişta Xweda gotî, pêk bînin.

ANHA