Rojnameya Ronahî

Xebata 7 salan ya Weqfa Jina Azad ya Sûriyê

navenda nûçeyan/Qamişlo

Bi armanca bidestxistina mafê jinan Weqfa Jina Azad ya Rojava, bi durişma “Jina Azad Bingehê Civaka Azad e” 1`ê Îlona 2014an navendeke serbixwe ava kir. Bingehê kar û xebata weqfê piştgiriya projeyên jinan e. Çawa ku tê zanîn li Sûriyê bi taybetî li bakur û rojhilatê Sûriyê, Kurd, Ereb, Suryan û Asûr bi her re dijîn. Avakirina Weqfa Jina Azad ya Rojava hewl dide pirsgirêkên jin û zarokan ji aliyê civakî, çandî, tenduristî û aborî û hwd. ve çareser bike.

Ji ber ku weqfê kar û xebata xwe salbisal li seranserê Sûriyê berfireh kir, sala 2020an navê xwe kir Weqfa Jina Azad ya Sûriyê.

SAZIYÊN WEQFÊ

Weqif bi avakirina saziyên xwe li bajaran kar û xebata xwe berfireh dike. Saziya weqfê ya sereke li bajarê Qamişlo ye. Yên din jî li van bajaran in; Tebqa, Reqa, Kobanê, Hesekê, Dêrikê, Girkê Legê. Herwiha ofîsên weqfê li kampên koçberan yên bi navê Hol, Roj, Newroz û Waşokanî jî hene. Berî ku bajarê Efrînê ji aliyê dewleta tirkî ve were dagîrkirin, weqif li wir jî dixebitî.

QADA TENDURISTIYÊ JI MIJARÊN BINGEHÎ YÊN WEQFÊ YE

jin Ji ber ku qada tenduristiyê ji bo weqfê mijareke bingehî ye, gelek bernameyên tenduristiyê amade kirin. Mîna dayîna semîneran û vekirina dewreyên tenduritiyê ne. Jimara dewreyan 179 bû. Di van dewreyên tenduristiyê de, 2390 jin fêrî bingehê tenduristiyê bûn.

Ji bilî wê, weqfê bi navê Arî navendên tenduristiyê li bajarê Qamişlo û Hesekê vekirin. Herwiha venêrînxaneyên gerok yên çêkirina dermanên ser desta li Dêrik û Dirbêsiyê bi heman navî (Arî) vekirin.

PERWERDEKIRINA JINAN

Ji bo hişyarkirin û perwerdekirina jinan têkildarî şideta li ser jinan, Weqfa Jina Azad, çar navndên perwerdeyê vekirin. Herwiha ji bo jinên nexwenda jî çar dewreyên zimanê erebî hatin dayîn. 47 jin tevlî perwerdeya ziman bûn.

Ji bo zarok û jinan weqfê gelek projeye ava kirin. Ji wan projeyan vekirina baxçeyên zarokan li Kobanê, navenda sporê, perwerdeya ragihandinê û vekirina perwrdeya dirûna cilan li navendên weqfê. Herwiha li tevayiya navendên xwe dembidem pêşangeha karê destan li dar dixe. Armanc ew e ku jin di her qada civakê de xwe pêş bixin û xwe nebînin ku di jiyanê de ji bo karê malê tenê ne.

Piştî xebat û serkeftina heft salan, Weqfa Jina Azad ya Sûriyê cara yakê bi durişma “Jina Azad Bingehê Civaka Azad e” 18`ê Hezêrana 2021`ê konferansa xwe li zanîngeha Rojava ya bajarê Qamişlo, li dar dixe.