Rojnameya Ronahî

Bingehê pêşketinê xwendin e

Rêveberiya Xweser ji bo civakê gelek derfetên xwendinê diafirîne, lê hê jî asta xwendinê kêm e. Herwiha hin xwendevanan banga xwendinê kir û gotin, keysayet û civak bi xwendinê pêş dikevin.
Bikaranîna zêde ya medya dîjîtal dibe sedema dûrketina ji xwendina pirtûkan û lewazbûna civakê ji hêla xwendinê ve.
Piştî şoreşa 19`ê Tîrmehê, Rêveberiya Xweser ji bo xurtkirina çanda xwendinê di nava civakê de dest bi komkirina pirtûkan û peydakirina derfetên xwendinê kir.
Desteya Çandê ya Rêveberiya Xweser xebata xwe ya ji bo pêşxistina asta xwendinê li herêmê zêde kiriye. Heta niha li herêmên Rêveberiya Xweser 16 pirtûkanxane û 3 weşanxane hatine vekirin.
Sala 2017`an cara yekê Pêşangeha Pirtûkan ya Şehîd Herekol ji aliyê Desteya Çandê ve hat vekirin û her sal tê lidarxistin.
Pirtûkxaneya Mihemed Menle Xizeyil jî ji sala 2018`an ve ji aliyê Yekitiya Rewşenbîran ya Minbicê ve hatiye vekirin.
Pirtûkxaneya Amara li herêma Cizîrê pirtûkxaneya yekê ye ku sala 2018`an ji aliyê Komîteya Wêjeyê ya Rojavayê Kurdistanê ve hatiye vekirin.
Di her du pirtûkxaneyan de gelek cureyên pirtûkan hene û piraniya wan bi zimanê kurdî, erebî, ingilîzî, tirkî û farisî ne.
Ji bo zarokan jî Desteya Çandê bi hevkariya Komîteya Wêjeyê par (2020) pêşbirka bi zimanê kurdî û erebî ya bi navê `Nivîskarên Paşrojê` da destpêkirin.
ASTA XWENDINÊ
Endama rêveberiya Pirtûkxaneya Amara Dilvîn Tobal asta xwendinê nirxand û diyar kir ku jimara kesên serdana pirtûkxaneyê dikin pir e, lê di demeke kurt de ji xwendinê aciz dibin û bi derdora xwe re xwe mijûl dikin. Lê rewşenbîr li vir dicivin û nîqaşan li ser pirtûkan dikin.
Tevî hebûna derfetên xwendinê û pirbûna pirtûk, baxçe û weşanxaneyan asta xwendinê li cem civaka bakur û rojhilatê Sûriyê negihîştiye asta pêwîst. Sedemeke vê jî şerê taybet e ku li ser civakê tê meşandin.
Dilvîn Tobal da xuyakirin ku ji her temenî serdana wan dikin û axaftina xwe wiha domand: “Dema me nû pirtûkxane vekir jimara kesên serdan dikirin, pir kêm bû, lê niha rojê mara wan digihîje 50 kesî. Herwiha jimara jinên ciwan ji ya xortan zêdetir e.”
Dilvîn Tobal da zanîn ku jimara zilamên temenmezin ji jimara jinên temenmezin zêdetir e û wiha axivî: “Divê jinên temenmezin derkevin û derdora xwe nas bikin. Em bang li wan dikin ku bixwînin da bi pêş bikevin.”
‘PIRTÛK KESAYETA MIROV ÇÊDIKE’
Endama rêveberiya Pirtûkxaneya Amara Dilvîn Tobal got, ev 4 sal in di nava pirtûkan de me, destpêkê ez ne di vê astê de bûm. Bi xwendinê kesayeta mirov çêdibe û bi rastî mirov pêş dikeve.
Dilvîn Tobal di dewama axaftina xwe de got, divê her kes vegere jiyana civakî û xwendinê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Rêber Abdullah Ocalan dibêje, kesên bixwînin dikarin xwe bigihînin asta xwenaskirinê.”
“PELEK TENÊ JÎ MIROV BER BI GUHERTINÊ VE DIBE”
Li aliyekî din xwendevana zanîngehê Arya Yûsif ya ji bajarê Hesekê ku li pirtûkxaneya Amara dixwîne, da zanîn ku mehê 5 pirtûkan dixwîne. Arya Yûsif diyar kir ku ji 14 saliya xwe ve pirtûkan dixwîne û ev di kesayeta wê de gelek guhartinan çêdike.
Arya Yûsif da xuyakirin ku ji ber mijûlkirina civakê bi bernameyên înternetê pirtûkan kêm dixwînin û wiha got: “Ez ji wan re dibêjim bila her roj pelekî tenê bixwînin wê çaxê wê guhertinê di xwe de bibînin.”
ANHA