Rojnameya Ronahî

Li Hesekê û Kobanê ji ber qirêjiya avê nexweşî belav dibe

Şêniyên bajarê Şedadê û gundewarê wê têkildarî pirsgirêkên tenduristiyê gazindan dikin. Yek ji wan pirsgirêkan zikêş e ku sedema wê ava ne paqij e ku bi sehrîcan ji bîrên Şimoka û Til Birak yên gundewarê Hesekê tê.
Piştî dewleta dagîrker ya tirkî û çeteyên wê destwerdana stasyona sereke ya Elok kirin ku ava vexwarinê dida bi milyonan welatiyan, niha ava xwe ya vexwarinê bi sehrîcan ji bîrên stasyonên li Hesekê tînin.

Welatiyê bi navê Ebûd El-Tirkî yê ji şêniyên El-Becedliyê yê li gundewarê rojhilatê Şedadê diyar kir ku miqdara ava digihîje wan kêm e. Herwisa ji ber ku qirêj e û dibe sedema nexweşiyê. El-Tirkî da zanîn ku nexweşiyên ji ber ava vexwarinê çêdibin zikêş û jehirî ye.
El-Tirkî da zanîn ku dikaneke wî ya xwerek heye û şûşeya avê bi 500 lîreyên Sûriyê difiroşe. Lê dema welatî li şûna ava sehrîcan ava şûşeyan dikirin, barê wan giran dibe.
Welatiyê bi navê Besam Îbrahîm jî diyar kir ku ava vexwarinê ji berê ve bi sehrîcan digihîşt welatiyan, lê paqij dihat û ti kesî gazind nedikirin. Lewra jêdera sereke ya wê stasyona Elok bû.
Îbrahîm ev li gotina xwe zêde kir: “Ava ev du meh in ji me heta asteke mezin qirêj e û nayê vexwarin. Di heman demê de dibe sedema ku jeherî çêbibe û rûvik biêşin.”
Endamê Rêveberiya Navenda Tenduristiya Gel ya Şedadê Îsmaîl Hec Mihemed jî li ser mijarê wiha axivî: “Bi destpêka havînê re ji ber nexweşiya jehrî û zikêşê tên nanvendê ku sedema wan jî qirêjiya avê û xwarina tiştên servekirî ye. Navend li gorî derfetên xwe derman pêşkêş dike. Piraniya nexweşên têne navendê zarok in.”

Îsmaîl Hec Mihemed di dewama axaftin xwe de wiha axivî: “Av li piraniya herêmên Cizîrê qirêj bûye yan jî nayê vexwarin û ev dibe sedem ku pirsgirêkên tenduritiyê pir bibin.”
Îsmaîl Hec Mihemed ev xal rêz kirin: “Rêbaza yekane ya paqijkirina avê bi parzûnên taybet yên paqijkirina avê ye. Yan jî dezenfektekirina bi klorê ye. “
Hac Mihemed di dawiyê de got, divê welatî bi parzûnan avê paqij bikin û ji bo parastina zarokên xwe tedbîrên pêwîst bigirin.
Yek ji bajarên ku ji ber kêmbûna ava çemê Firatê zerer dîtine, Kobanê ye. Ku kêmbûna avê dibe sedema qirêjiyê û qirêjî jî nexweşiyan çêdike. Ji ber ava vexwarinê ya ji çem tê, ku bi bilindbûna dereceya germê re qirêjtir bûye, nexweşiya jehriyê pir bûye. Li gorî rapora Desteya Tenduristiyê hezar û 377 kes jehrî bûne.
Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Herêma Firatê wiha got, ji ber qirêjbûna çemê Firatê di vê mehê de li Kobanê zêdetirî hezar û 377 kesî jehrî bûne û piraniya wan jî ji navçeya Qena û Sirînê ne.
ANHA