Rojnameya Ronahî

“Dewleta Tirkî Dixwaze Jîyana Gel Bida Sekinandin”

Şivan XELÎL/Amûdê
Îbrahîm diyar kir ku av çavkaniya sereke ya jiyanê ye û dewleta tirkî jî dixwaze bi qutkirina avê jiyana gel bide sekinandin.
Ji rêveberên beşa avê ya navçeya Amûdê ya girêdayî kantona Qamişlo Îbrahîm Hesen got, çend sal in herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê di nava aramî û ewleyiyê de dijîn. Lê dewleta tirkî ji vê rewşê nerehet dibe. Ji ber wê avê li ser van herêman qut dike. Dixwaze bi vî awayî gel perîşan û bêzar bike. Li hemberî vê rewşê hikûmeta Şamê jî bêdeng e. Wisa xuya dike ku ew jî dixwaze li herêmê tevlîhevî derkeve û welatî li dijî Rêveberiya Xweser serî rakin.
Îbrahîm Hesen, têkildarî peymana di navbera Sûriye û Tirkiyê de (ku di her saniyeyê de 500 m3 para Sûriyê ji ava çemê Firatê bê berdan) ji rojnameya me re ev nirxandin kir: “Peymanên navneteweyî rê nadin ku hin dewlet avê li ser welatekî qut bikin. Digel peymana di navbera Sûriyê û Tirkiyê de hikumeta Şamê bêdeng e.”
 Îbrahîm Hesen axaftina xwe wiha domand: “Di demên şer de hin tişt hene (weke avê, ciyên pîroz, xweza û hwd) divê zerer negihîje wan. Zererdayîna wan kiryareke derexlaqî ye. Bi taybetî qutkirina avê li ser gelekî.”
Girêdayî peymana di navbera Sûrî-Tirkiyê de û qutkirina avê li ser bi milyonan kesî, Îbrahîm Hesen ev xal anî ziman: “Hin rêxistinên navneteweyî dema tên Hesekê û Til Temir em rewşa xwe ji wan re dibêjin. Ew jî li berdêlekê digerin. Divê ji qutkirina ava stasyona Elok re çareseriyek were dîtin. Em hêvîdar in ev rewş were çareserkirin û em nemînin bi hêviya wijdana dewleta tirkî ve.”
Di dawiyê de Îbrahîm Hesen bang li sazî û rêxistinên navneteweyî kir ku rewşa herêmê di ber çavan re derbas bikin û hêvî kir ku çareseriyek bê peydakirin.