Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

“Ji xiyanetê re êdî bes e”

17/06/2021
in ROJEV
A A
“Ji xiyanetê re êdî bes e”
Share on FacebookShare on Twitter
Darîn ٍSILÊ/Qamişlo
Dewleta tirkî ya dagîrker piştî şkestina xwe ya 14`ê Sibatê li Garê, ji 23`yê Nîsanê ve êrişî herêmên gerîla yên başûrê Kurdistanê dike. Her çiqas çekên herî giran (di gel çekên kîmyayî yên qedexe) jî bi kar tîne, lê li hemberî berxwedana gerîlayan bêçare dimîne.
Ev 54 roj in dewleta dagîrker ya tirkî li Metîna, Zap û Avaşîn bi her cure çekên giran êrişê gerîlayên azadiyê dike, lê nikare pêş ve biçe. Ji ber wê serî li rê û rêbazên cuda dide, da ku armancên xwe yên dagîrkirin û qirkirina Kurdan pêk bîne. Weke bikaranîna çekên kîmyayî û planên derxistin şerê Kurdan yê navxweyî. Hêjayî gotinê ye ku li dîjî van kiryarên dewleta tirkî ya dagîrker, 10’ê Hezîranê ser 50 hezarî re Kurd, Ereb, Suryan û Ermen ji tevayiya pêkhateyên herêma Cizîrê bi durişma” Li dijî dagîrkerî û xiyanetê” Meşa Rûmetê li dar xistin. Herwiha heman pêkhateyan û bi heman durişmê, 13ê mehê, dîsa bi dehhezaran li herêma Firatê jî meşek li dar xistin.
Têkildarê mijarê rêvebera Kongreya Star ya bajarê Qamişlo Xaliya Silêman berxwedana gerîla silav kir û got, gerîlayên me berxwedan û têkoşîneke mezin dikin. Bi taybetî gerîlayê jin gavên pir mezin avêtin û ber bi serkeftinê ve diçin. Herwiha di ‘Pêngava Dem Dema Azadiyê ye’ de xwedîrol in.”
“BÊDENGIYA NAVNETEWEYΔ
Xaliya diyar kir ku li dijî êrişên dewleta tirkî yên ser herêmên başûrê Kurdistanê û bakur û rojhilatê Sûriyê bêdeng namînin û wiha got: “Her dem xeta xiyanetê û berxwedanê bi hev re tên meşandin, lê wê xeta berxwedanê bi ser bikeve. Dewleta tirkî ya hov ji nirxê mirovayiyê pir dûr e, rêbazên xwe yên qirêj dide meşandin. Xwesteka wê ew e ku Osmaniya nûjen ava bike. Li hemberî van siyasetan jî  bêdengiyeke navneteweyî heye. Herwiha şerê li başûrê Kurdistanê yê li dijî gerîlayên azadiyê encama komploya hevkaran e. Lê em Kurd dibêjin, ti kes nikare me tine bike, çimkî şehîd, perxwedêr û gerîlayên me hene û em hemû jî şagirtên rêber Apo ne.”
“Emê li pişta gerîlayên xwe bin“
Xaliya Silêman di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku çiqas êrişên dewleta tirkî li ser destkeftiyên wan zêde bibin, wê ewqas berxwedana wan ji bo azadiyê berdewam bike û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em bi kuştinê tine nabin. Wek gel û jinên Qamişlo heta dawiyê emê bi berxwedana xwe li pişta gerîlayên xwe bin.”
“JI XIYANETÊ RE ÊDÎ BES E”
Hunermend Danîş Botan jî êrişên dagîrkeriyê yên dewleta tirkî yên ser başûrê Kurdistanê nirxandin û wiha pê da çû: “Gelê Kurd di pêvajoyeke hesas re derbas dibe. Ev ne cara yekê ye ku planên faşîzma Tirkiyê yên qirkirina hebûn û çanda Kurdan tên amadekirin. Bêguman Tirkiye di aliyê aborî, siyasî û civakî de pir lewaz bûye. Wek ku hat dîtin li Garê, Heftenîn û Avaşîn têk çû. Ev binkeftin li xweşiya wê nehat, ji ber wê xwest êrişên xwe bidomîne. Lê em ji Tirkiyê û dewletên pê re alîkar, herwiha ji Kurdên xayîn re dibêjin, êdî bes e. Divê gelê Kurd di vê pêvajoyê de nêzî hev bibe û pirsgirêkên xwe yên navxweyî bide aliyekî.
Mixabin di dîrokê de heta roja me ya îro gelek partiyên kurdî li dijî çand û siyaseta xwe kar dikin. Ji bo wê divê em gelê Kurd berî her tiştî li hemberî dijmin yekîtiya xwe ava bikin. Em xiyaneta ti kesî û ti partiyan êdî qebûl nakin.”
Danîş Botan di dawiyê de bang li partiyên siyasî, bi taybetî PDKê kir ku şerê birakujiyê nekin, lewra eger Kurd şerê hev bikin, teqez dikevin xizmeta dijminê xwe.
ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.