Rojnameya Ronahî

Divê gelê Kurd bikeve tevgerê

Zekî BEDRAN
Li dinyayê bi navê kurdî çi hebe dewleta tirkî dixwaze tevê ji holê rake. Dema em bêjin yên haya wan jê nebe wê bimînin şaş. Hîtler xwestibû li Ewropa Cihûyan tine bike. Di vê serdema ragihandin û teknolojiyê de Tirkiye çawa dikare li ser tişteke wisa bihizire? Li gorî aqil ne cuncaw e. Jixwe pirsgirêk jî di vir de ye. Lewra polîtîkaya nijadperestî û qirkirinê ne ji bo ku li gorî aqil e tê kirin. Komara Tirkiyê li ser kavilên Şerê Cîhanê yê yekê û yên Osmaniyan hat avakirin. Di dema dawiya Osmaniyan û destpêka komarê de qirkirina Ermenan çêbû. Rom ji Anatolya hatin paqijkirin. Li aliyê Mezopotamya Asûrî hatin qirkirin. Komarê piştî ku li Lozanê werîs li pişt heçik xist qirkirina Kurdan kir polîtîkaya xwe ya bingehî. Komar, li ser dewlet-netewe, yek dewlet û yek miletî, tinekirina gelên din, bişaftin û Tirkkirinê bilind bû. Îro jî bi hişmendiyeke derveyî aqil û bi hizireke jehrîkirirî li her derê êrişî Kurdan dikin.
Ji bo perçiqandina Kurdan Tirkiyê di pêncî salên dawî de bi trilyonan dolar xerc kirin. Bi milyonan Kurd ji warên wan hatin koçberkirin. Bi dehhezaran xistin zindanan. Di ser 50 hezarî re windayiyên can hene. Polîtîkaya hundir û derve tev ji bo birêxistinkirina vî şerî û tinekirina Kurdan kirin. Berdêla vê ji bo gelê Tirk jî giran bû. Her ku çû Tirkiye ji demokrasî û Yekîtiya Ewropa dûr ket dev ji dostayiya bi cîranê xwe re berda. Dijminiya Kurdan wisa kir ku Tirkiye bi DAIŞê û El Nusra re itîfaqê bike û erdê Sûriyê dagîr bike. Ixwanê Mûslimîn, DAIŞ û El Nusra tev di binê sêwana wê de kom bûn. Niha Tirkiye li Rojhilata Navî terorê belav dike. Ji bo ku zererê bide Kurdan û Efrînê vegire, tawîzên mezin dan Rûsya. Ji bo ku têkiliyên xwe yên bi Rûsya re xerab neke pirsgirêkên wê bi NATO û Emerîka re çêbûn. Bi lihevhatina bi Trump re Girê Spî û Serê Kaniyê vegirtin. Niha jî dixebite têkiliyên xwe bi Ereban, Emerîka û Ewropa re baş bike. Amade ye her tawîzê bide van dewletan. Lê bi şertê ku di şerê li dijî Kurdan de dengê xwe nekin û alîkariyê bidinê. Jixwe bi vê desteka digire û çavgirtinê di meyên dawî de êrişî başûrê Kurdistanê dike. Herwisa dixebite PDK û pêşmergeyên wê jî tevlî şer bike.
Tirkiyê salên dirêj in bi desteka NATO û Emerîka li dijî Kurdan şer kir. Ji xistina PKKê ya nava lîsteya terorê sûdê digire. Li Rojhilata Navî krîzeke mezin heye. Bi taybetî li Sûriyê şerekî giran heye. Iraq û Sûriyê ji serûbin hejiyan. Pir lewaz bûn. Dewletên Ereban yên din jî bi zorê li ser piyan dimînin. Tirkiye dixwaze bi sûdgirina ji vê rewşê hem Kurdan tasfiye bike, hem dagîrkeriya xwe li Rojhilata Navî belav bike. Ji dewletên li Rojhilata Navî dewleteke bikare li hemberî Tirkiyê serî rake nîne. Yên li hemberî dewleta Tirkî li ber xwe didin û şer dikin Kurd tenê ne. PKK û gerîla pêşengiya vê berxwedanê dikin. Ji bo wê Tirkiye hêza xwe ya li hundir û derve ji bo perçiqandina PKKê bi kar tîne. Çawa ku tê dîtin PKK ne destkeftiyên Kurdan tenê, li hemberî vê dagîrkeriyê gelên Rojhilata Navî jî diparêze.
Eger xiyanet nebe ti kes nikare Kurdan biperçiqîne. Ji bo wê Tirkiyê çawa ku li bakurê Kurdistanê Hizbul Kontra û cerdevan bi kar anîn, li başûr jî dixebite PDKê bi kar bîne. Ji ber  wê divê di serî de PDK dev ji dijberiya PKKê berde. Dewleta tirkî êrişî kê bike ji ber ku nûnertiya Kurdan dike. Niha jî beramberî perçiqandina Kurdan, -weke di referandûma li Başûr de- bi Iraqê re jî, bi Îranê re jî û bi Sûriyê re jî amade ye di her astê de itîfaqê bike.
Diyar e ku dewleta Tirkî PDK iqna kiriye ku wê PKKê tine bike. Eger ne wisa be wê çima bixwaze li dijî PKKê şer bike. Ka wê şerekî wisa di civakê de birînên çawa veke baş dizanin. Wisa xuya dike ku bawerî daye ku ji hêzên weke Emerîka û Ingilistanê destek girtiye, bakurê Kurdistanê tepisandiye û wê li Başûr jî PKKê tine bike. PDK, ji ber ku li ser bingehê berjewendiyan û desthilatiyê siyasetê dike, xwe naxe nava belayeke wisa. Wisa xuya dike ku pazarên bidizî û planên kûr hatine kirin. Ji bo wê divê gelên Rojhilata Navî, bi taybetî welatparêzên Kurdistanî, derdorên temokratîk, rewşenbîr û hunermend li hemberî vê projeya roxandina Kurdan bikevin tevgerê. Gotina “Em birakujiyê şerê nava Kurdan naxwazin” têrê nake. Li holê lîstikek heye. Erkê hêzên Kurdistanî û yên Rojhilata Navî ye ku ji bo yekîtiya kurdî ya neteweyî dakevin qadan û parastina destkeftiyan bikin.