Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Piştgiriya Almanya ji bo dagîrkeriya dewleta tirkî

17/06/2021
in ROJEV
A A
Piştgiriya Almanya ji bo dagîrkeriya dewleta tirkî
Share on FacebookShare on Twitter
Navenda Nûçeyan/Qamişlo
Ji bo ku balê bikişînin ser êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirkî 12 Hezîranê heyeteke aştiyê xwest ji Dusseldorfê biçe Hewlêrê. Polîsên Almanya ji 17 endamên heyetê re got, wê çûna we bandoreke neyînî li têkiliyên me yên bi Tirkiyê re bike.
Dewleta Almanya, li hemberî siyaseta dewleta tirkî ya dagîrker ku li dijî başûrê Kurdistanê dike, ne tenê bêdeng dimîne, bi awayekî fermî pişgiriyê didiyê. Ev bi astengkirina 27 çalakkerên aştiyê yên Alman, ku xwestin bi balafirê ji Dusseldorfê biçin Hewlêrê diyar bû.
Heyeta hevseroka Koma Partiya Çepgir ya Meclisa Eyaleta Hambûrgê Cansû Ozdemir jî di nav de, hatin destgîrkirin. Endamên heyetê xwestin ji bo piştgiriya gelê Kurd, biçin başûrê Kurdistanê û hevdîtinê bi partiyên siyasî û saziyên sivîl yên civakî re bikin. Lê bê nîşandana sedemeke hiqûqî, polîsên Federal piştî lêpirsîna endamên heyetê, ji 27 kesan çûnna 17 kesan qedexe kir.
ITÎRAFA “DIBE KU TÊKILIYÊN ME YÊN BI TIRKIYÊ RE XERAB BIBIN”     
Li dijî çalakkerên aştiyê, bilez biryarek hat dayîn û polîsên Alman diyar kirin ku berê agahî standine ku wê heyeteke wisa biçe başûrê Kurdistanê.
Polîsên Almanya yê itîraf kirin ku, eger destûrê bidin heyeta aşitiyê, wê di navbera Almanya û hikumeta Tirkî de alozî çêbe.
Civaka Azad ku çûna heyetê organîze dikir, ev biryara polîsan bi dijwarî şermezar kir. Civaka Azad ji bo astengkirina heyetê got, ev tê wateya binpêkirina azadiya gerê û Almanya bi biryareke wiha piştgiriyê dide siyaseta dagîrkeriyê ya dewleta tirkî.
Parlementerê Partiya Çepgir Hakan Taş hê jî li Balafirgeha Hewlêrê di lêpirsînê de ye.
ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.