Rojnameya Ronahî

“Bi zikê birçî dengê azadiyê bilind dikin”

Dilîn EHMED/Qamişlo
Li dijî planên dewleta tirkî ya dagîrker ku dixwaze gelê Kurd tine bike, li zindanên Tirkiyê 202 roj di ser berxwedana greva birçîbûnê re derbas dibin. Derbarê mijarê de Bêrîvan Yûnis bang li gelê Kurd û kesên azadîxwaz kir ku li dora vê berxwedanê bibin xelek û agirê tekoşînê geştir bikin.
Li hemberî hovîtiya dewleta tirkî ya faşîst ya li ser gelê Kurd û tecrîda giran ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li zindanên Tirkiyê greva birçîbûnê bi berxwedaneke bêhempa didome. Gelê Kurd û kesên azadîxwaz li her çar perçeyên Kurdisatanê, bi armanca piştgiriya vê berxwedanê, rojane çalakiyên cuda li dar dixin.
Endama Meclisa Kongreya Star ya bajarê Qamişlo Bêrîvan Yûnis diyar kir ku ji bo pişgiriya berxwedana zindanan, wan jî çalakiyên cuda li dar xistine ku yek ji wan pêngava semîneran ya bi durişma “Na Ji Qirkirinê Re, Na Ji Dagîrkirinê Re” bû.
 “BERXWEDANA ZINDANAN PIŞTGIRIYA NETEWEYA DEMOKRATÎK E”
Endama Meclisa Kongreya Star Bêrîvan Yûnis li ser berxwedana zindana û siyaseta dewleta tirkî ev nirxandin kir; “Her kes dizane ku armanca dewleta tirkî ji tecrîda li ser rêbertiyê ew e ku qutkirinê bixe navbera gelê Kurd û rêbertiyê de. Lê weke ku li ber çavan tê dîtin, ji bo rakirina tecrîdê rojbiroj gel dadikeve qadan û berxwedana xwe xurttir dike. Herwiha berxwedana greva birçîbûnê jî teqez dike ku ti carî gelê Kurd ji felsefeya rêbertiyê dûr nakeve. Girtiyên di zindanên dewleta dagîrker de bi zikê birçî dengê azadiyê bilind dikin. Ev berxwedana wan piştgirya neteweya demokratîk e. Ji ber wê divê gelê me jî, piştgiya berxwedana greva birçîbûnê bike û li keda wan xwedî derkeve da ku em bikarin siyesta desthildaran bişkînin.”
“ÇIMA HIN RÊXISTINÊN MIROVÎ DAXWAZIYÊN GIRTIYÊN ME PAŞGUH DIKIN?
Bêrîvan diyar kir ku Neteweyên Yekbûyî berpirsyarên vê neheqiya ku li zindanan dibe ne û wiha got: “Rêxistinên ku qaşo weke parêzvanên rastiyê xwe radigihînin, çima daxwaziyên girtiyên me yên ku bi mehan ne di greva birçîbûnê de ne pêk naynin? Gelek hevalên me di grevê de jî gihîştine asta şehadetê. Gelo Neteweyên Yekbûyî vê neheqiyê nabînin? Çima derfetê didin Erdogan ku xaka me dagîr bike, lê derfetê nadin me ku em jî weke her gelî bi çanda xwe li ser xaka xwe azad bijîn? Ev pirs di mejiyê me tevan de ne, lê bersiva wan nîne.”
Bêrîvan Yûnis herwiha diyar kir ku siyaseta dewleta tirkî ya qirkirina gelê Kurd, ji dîrokê heta niha dewam dike û axaftina xwe wiha domand: “Armanca wê ya sereke ji vê siyasetê tinekirina gelê Kurd e, ne ya kes û partiyan e. Bi hiceta ku PKK li Başûr e, ev demek e êrişî gelê wê deverê dike. Herwiha bi van êrişan dixweze di nava gelê Kurd de şerê birakujiyê derxe. Ji bo xerabkirina vê planê, divê gelê Başûr vê rastiyê bibîne û derfetê nede dijminê gelê Kurd ku bi ser bikeve.”
“YEKÎTIYA NETEWEYÎ KILÎTA ÇARESERKIRINA PIRSGIRÊKÊN HEYÎ YE”
Bêrîvan Yûnis got, ji ber ku şoreşa Rojava bi saya xwîna şahîdan û xebata gel rojbiroj ber bi serkeftinê ve diçe, dewleta tirkî li bakurê Kurdistanê zorê dide gelê Kurd. Bêrîvan herwiha da diyarkirin ku bi destpêkirina şoreşa Rojava jiyaneke wekhev li herêmê hat avakirin û ji bo cîhanê dibe model. Ji ber wê dewleta tirkî ya dagîrker ditirse ku sîstema wê ya faşîst pûç bibe.
Bêrîvan Yûnis di dawiyê de bang li gelê Kurd yê li her çar perçeyên Kurdistanê, bi taybetî gelê bakur û rojhilatê Sûriyê kir ku bi tevayiya pêkhateyên xwe, li dijî siyaseta dewleta tirkî ya dagîrker ku dixwaze birakujiyê di nava Kurdan de derxe, rabin ser piyan. Herwiha diyar kir ku di demekê de ku Kurd di xefka dijminê xwe de li ber qirkirinê ne, çareserî yekîtiya neteweyî ye.