Rojnameya Ronahî

Jinên ciwan: Em bi fikrê rêberê xwe dijîn

Lêzan EVDIKÊ/Qamişlo
Jinên ciwan tecrîda dewleta tirkî ya faşîst li ser Rêber Abdulah Ocalan dike, şermezar dikin û dibêjin, dewleta dagîrker di kesayeta Rêber Apo de bi milyonan mirov xistine nava tecrîdekê giran.
Dewleta tirkî binpêkirinên mafên mirovan û peymanên navneteweyî yên derbarê girtiyên siyasî de didomîne. Herwiha tecrîda girankirî ku ti qanûn û hûquqên mirovî qebul nakin, li ser rêber Abdullah Ocelan tê meşandindin. Têkildarî mijarê, jinên ciwan yên bajarê Qamişlo helwesta xwe bi riya rojnameya me diyar kirin.
“RAMANÊN RÊBER APO DI HIŞ Û DILÊ ME DE CÎ GIRTINE”
Roj Mihemed (17) ya şagirta refa sisiyan ya navî di axaftina xwe de diyar kir ku tecrîda li ser rêber Ocalan komployeke ji bo qirkirina Kurdan e û axiftina xwe wiha domand: “Dewleta tirkî ya dagîrker dixwaze bi durxistina me ji raman û felsefeya rêberê me, me Kurdan tine bike. Lê fikrê rêber Apo, riya gelên şopdarên azadiyê ronî dike û rojbiroj jinê dike xwedîvîn. Ji bo wê dijmin nikare me ji fikrê rêberê me qut bike.”

Rojda herwiha bal kişand ser pêwîstiya yêkîtiya Kurdan û axaftina xwe wiha domand: “Ji bo ku em azadî û biratiya gelan bi dest bixin, divê em tev fikir û felsefeya rêber Apo bişopînin. Ya ku bi ramaneke azad, xetereke mezin li ser rejima şovenîst ya tirkî çêdike pergala rêber Ocelan e. Ji ber wê dewleta tirkî, ji bo vîna rêber Apo di gelê kurd de ava kirî bişkîne, her rê û rêbazê bi kar tîne. Rêbaza wê ya herî qirêj jî hewldana derxistina şerê nava Kurdan e. Li hem ber vê divê mezinên Kurdan şiyar bin û Kurd bibin yek.”
Rojda di dawiya axftina xwe de girîngiya azadiya rêberê gelê Kurd Ocalan anî ziman û wiha got: “Bi azadiya rêberê me wê gelê Kurd ji bindestiyê rizgar bibe. Ti kes nikare ji bo şopandina ramanên rêberê me, di riya me de bisekine. Lewra van ramanan di hiş û dilê me de cî girtiye û emê têkoşîna xwe bidomînin, heta ku rêberê xwe rizgar bikin.”
“EM BI FIKRÊN SEROK DIJÎN”
Herwiha keça ciwan Noşîn Elî di axaftina xwe de bal kişand ser armanca dewleta tirkî ji girankirina tecrîdê û axiftina xwe wiha domand: “Armanca tecrîda girankirî, lewazkirin, bêhêzkirin û şkandina vîna gelê Kurd e. Li hemberî vê divê gelê Kurd bi giştî û bi taybetî jî em jinên ciwan bi çalakiyên cuda yên bihêz, doza azadkirina rêber Apo xurttir bikin. Herwiha divê em li pêşberî kiryarên nemirovane yên li dijî rêberê xwe bêdeng nemînin û  dengê xwe bigihînin gelên cîhanê. Da her kes bizane ku riya azadiya jinê û gelan, pergala rêber Apo ye.

Di dewa,a axaftina xwe de Noşîn Elî diyar kir ku êdî gelê Kurd bi raman û felsefeya rêber Ocelan dijî û bi van gotinan dawî li axiftina xwe anî: “Em pir baş dizanin ku dewleta tirkî ya hov, ji bo têkbirina vîna ciwanan û bi taybetî ya jinên ciwan pir dixebite. Ji ber wê rêberê me bi azadî û biratiya gelan bang dike; ji bo azadiya jinê û vegerandina mafên wê yên wenda tekoşînê dike. Ji bo wê divê hêzên bi navê demokrasiyê bang dikin, rola xwe bilîzin û dev ji berjewendiyên xwe yên li gel dewleta tirkî biqedînin.”
 “DAXWAZIYA YEKÊ YA GELÊ KURD AZADKIRINA RÊBER APO YE”
Di heman çarçoveyê de, şagirta ciwan Lordana Xelîl li ser neqebûlkirina wê ya tecrîdê nêrîna xwe diyar kir û wiha got: “Welatên kapîtalîst dixwazin wê ramana mirovî ya ku pergala wê li bakur û rojhilatê Sûriyê ji bo gelan bûye pêngaveke ber bi roniya azadiyê ve, ji holê rakin û bi dagîrkeriyê desthilatdariya xwe bi ser gelan de bisepînin. Lê wê ev gel fikirê serokê xwe bi cih bîne. Weke tê zanîn daxwaziya yekê ya gelê me azadkirina serokê me ye û rizgarkirina herêmên ku ji hêla dagîrkeriya tirkî ve hatine dagîrkirin e. Divê her kes bizane ku heta ev gel daxwaziya xwe ya Kurdistaneke azad pêk neyne, wê têkoşîna xwe bidomîne.”