Rojnameya Ronahî

Dema exlaqê civakî têk Çû -2-

Sîpan Şînda

Heftiya borî me hinekê behsa rewşa civaka Kurd, planên dagîrkeran yên li himberî civaka Kurd, hinek xefik û dek û dolabên wan kiribû. Mixabin, alavên parastina civakê û exlaqî yên di destê Kurdan de pirr qels in û civaka Kurd li himberî planên dagîrkeran bêparastin maye. Civak çiqas xurt be jî, dema pergaleke nirxên civakî biparêze û pêş ve bibe tinebe, ew nirx li himberî êrîşên xêrnexwazan nikare zêde xwe li ser piyan bigire. Lewra pergalên êrîşker bi awayekî sîstematîk dikevin nava rayên civakê û hêdî hêdî xwînê ji wan ziwa dikin. Ev pergalên xêrnexwaz bi riya medyayê bi ser dev dibêjin em civakê û nirxên civakê diparêzin, lê bin ve bin ve jî radihêlin nirxên civakî û armanca wan ya bingehî jî, ji bêdengî ve exlaqê civakê têk bibin. Çi di têkiliyên civakî de be, çi di yên bazirganî de be û çi di neyartiya di nava êl û eşîran de be civaka Kurd xwediya rêgez û exlaqekî xurt bûye. Di bazirganiya di nava civaka Kurd de, di danûstandinên deyn û dozan de hemû alî jî her tim li gorî rêz û risim û exlaqê civakî tev gerena ji ûsûlê derneketine. Herwiha di neyartiyê de jî heman exlaq derbasdar bûye. Mînak jin û zarok ti caran nebûne amanc û dema jin ketibin navbera şeran de jî ji bo xatirê jinan şer dane sekinandin. Lê mixabin van pergalên serdest îro bêexlaqiyên mezin xistine nava ruhê civaka Kurd.

 Îro rêgeza bazirganiyê ya herî xurt “bêrêgezî ye”. Ev tê çi wateyê gelo? Ev tê wê wateyê ku bila ez diravan qezenc bikim, bi çi rê be ferq nake! Ev ji tiştekî ji exlaqê bazirganiyê dûr e. Sondxwarin, virkirin, hîlekirin, pêkneanîna sozê, sextekarî di nava bazirganiyê de ewqas zêde bûye, êdî ne li hesabê. Yek ji van fehşîtîyên pergalên serdest di nava civaka Kurd de belav kirîn jê karê faîzê ango riba ye. Qaşo dibêjin em bazirganiyê dikin. Gelo di kîjan heyamî de karê faîzê bûye bazirganî! Lê mixabin pergal vê bêexlaqiyê dide pêş û mala gelek kesan ji bi vê rê xirab dikin û gelek kes jî ji ber vê yekê xwe dikujin. Lê civak jî li himberî vê di xewekî giran de ye. Pergalên serdest van tiştên qirêj bi riya sîxurên xwe yên di nava civakê de didin kirin. Bi ser dev dijberiya van tiştên qirêj jî dikin, lê mixabin civakê hay ji van hîlebaziyên wan nîne û ji derewên wan jî bawer dike. Lewra civak ketiye nava davên van pergalên qirêj. Bi riya medyayê her roj bi hazaran derewan êrîşî mejî û hişê civakê dikin. Serê wan tevîlhev dikin. Dixwazin derewên xwe weke rastiyan bi civakê bidin bawerkirin. Û mixabin bi ser jî dikevin. Lewra alavên di destê wan de gelek in û hêza wan amûrên medyayê jî li ser civakê zêde heye. Qistekî mezin yê civakê wê medyaya di binê emrê pergalên dagîrker de dişopînin. Ev rewş jî ferseteke mezin dide wan pergalan ku derewên xwe weke rastî, hîle pîlên xwe weke qenciyê bidin naskirin. Ji ber wê divê rewşenbîrên Kurd di vî warî de rola xwe baştir bilîzin û civakê pirtir ronî û hişyar bikin.