Rojnameya Ronahî

Leşker bi çekê xwe, wênekêş jî bi kamîreya xwe

Leylan RESO/Qamişlo
Tahilo ji bo piştgiriya zarokên nexweşên kansêrê, bi durişma “Çîroka Mirovên ji Ol, Nijad û Çandên Cuda” li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo roja Pêncşemê pêşangeheke wêneyan ku wê sê roja dewam bike, li dar xist.
Wênekêş Rodî Tahilo (31) yê ji Qamişlo xwest çîroka gelên Rojava di wêneyên xweş de pêşkêş bike. Ji bo ku berhemên wî bikevin rojeva cîhanê, berî 5 heyvan bi bi navê “Portreya Gelên Rojava” dest bi projeyekê kir.
Tahilo ji sala 2016an ve, li ser pêkanîna vê projeyê difikire, lê ji ber şert û mercên taybet dereng dikeve. Niha jî ev 5 heyv in dest bi girtina wêneyên mirovan kiriye.
Ev proje herwiha ezmûneke hunerî ye ku çîroka gelên ji ol, nijad û çandên cuda (Ereb, Kurd, Ermenî, Asûrî, Suryanî, Êzîdî û hwd.) dibêje. Armanca Tahilo ji vê pirojeyê ew e ku têkiliyên di nava gelên Rojava de xurt bike. Lewre bi derketina şer re têkiliyên di nava gelan de lewaz bûbûn. Tahilo dibîne ku çîrok û şîroveyên li ser Facebookê û medya dijîtal mirovan keyfxweş dikin. Ev jî nîşan e ku hesret û daxwaziya mirovên li herêmê aştî û aramî ye.
Rodî Tahilo sisiyê meha Hezîranê jî bi durişma “Çîroka Mirovên ji Ol, Nijad û Çandên Cuda” ji bo zarokên nexweş dest bi vekirina pêşangehekê kir. Li ser vê mijarê Tahilo wiha got: “Ji ber ku derfetên malbatên zarokên nexweşên kanserê nînin, di pêşangehê de ji çandên cuda 60 wêne hatine pêşkêşkirin û diravên ji firiotina wêneyan werin girtin wê li wan werin belavkirin.”
“HÛN DIKARIN ROJAVA BÊBEDEN Û BÊGIYAN XEYAL BIKIN?”
Tahilo diyar kir ku dixwaze ramana jiyana bi hev re û bihevrebûna bedew ya li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê ragihîne û wiha got: “Li Rojava û bakur-rojhilatê Sûriyê, em Kurd, Ereb û Xiristiyan mîna beden û giyanekî ne. Rojava çawa ku bê beden û giyan nayê xeyalkirin, bê van gelan jî nayê xeyalkirin.”
LI CÎHANÊ TI CIVAKÊN XWERÛ NÎNIN”
Rodî Tahilo axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Peyva “mirov” di zanista civaknasî û siyasetê de têgînek e ku behsa komek kes yan gelan dike. Ku ev mirov û civak jî di nava demê de bandora çand, adet û kevneşopiyên wan li hev bûye. Lewre bi hev re û li cîhanekê jiyane. Li cîhanê ti civakên xwerû nînin. Ji ber wê dixwazim van çandan par ve bikim û hinekan qebûl bikim û hinekan red bikim. Ya girîng dixwazim axaftina nefretê ya ku civakê diêşîne.