Rojnameya Ronahî

Cemal Şêx Baqî: Divê riya me Kurdan xurtkirina tevgera azadiya kurdistanê be

Hediya HISÊN/Qamişlo
Rêxistinên civakî yên sivîl û partiyên siyasî yên Fransî, ji bo derxistina PKKê ji Lîsteya Terorê 20 Gulanê dest bi pêngava piştgiriyê ya demdirêj kirin. Herwiha siyasetmedarên bakur û rojhilatê Sûrî jî piştgiriya vê pêngavê dikin.
Li ser mijarê bi sekertêrê giştî yê partiya Demokratîk ya Kurdên Sûriyê Cemal Şêx Baqî re me hevpeyvînek kir.
Hevpeyvîn wiha ye.
Sala 2002an Yekîtiya Ewropa bi biryarekê Partiya Karkerên Kurdistanê xist lîsteya terorê. Sedem çi bû?
Lîsteya terorê ya Yekîtiya Ewropa derxistî, ji bo berjwendiyên dewlet û dagîrkeran e. Daxwaziya Tirkiyê jî di NATO de ku PKK bikeve lîsteya terorê. Ji bo berjwendiyên aborî û leşkerî yên bi Tirkiyê re Yekîtiya Ewropa jî daxwaziya wê qebûl kir. Ev jî min bixwe teqez kir. Lewra dema ez bi şandeya Emerîkî û Rûsî re rûniştim, min pirsa sedema xistina PKKê ya Lîsteya Terorê kir. Lê bersiv nedidan. Bêdengiya wan diyar dikir ku ji bo razîkirina Tirkiyê ye.
Rêxistina PKKê ti carî kiryarên terorî nekirine. Sedema derketin û avabûna wê jî zilma dewleta tirkî ya li ser gelê Kurd bû. Tiştên ku dixwaze jî mafê gelê Kurd yê mirovî ye. Lê ji ber ku tevgera şoreşgerên Kurdistanê û fikrê rêbertiyê ji sistema emperyalîst ya dagîrkeriya gelan re metirsî çêdikirin, hêza rewa ya gelê Kurd PKK xistin Lîsteya Terorê. Vê jî rê ji Tirkan re vekir ku bi rehetî Kurdan di qirkirinê re derbas bike.
Zagonên navneteweyî dibêjin, ‘mafê her gelî ye ku çarenûsa xwe diyar bike’ û PKK jî ji bo azadiya gelê Kurd têkoşîn dike. Digel vê jî xistin lîsteya terorê. Gelo ev dewlet bi vê li hemberî zagonên xwe nakevin nakokiyê?
PKK ji bo berxwedana li dijî kiryarên dewleta tirkî û çarenûsa gelê Kurd hat damezirandin. Li gorî zagonên navneteweyî jî divê mafê Kurdan hebe ku çarenûsa xwe diyar bikin. Lê têkiliyên navneteweyî li gorî berjwendiyan in, ne li gorî zagonan. Lewra gelek berjwendiyên wan bi Tirkiyê re hene, ji ber wê zagon paşguh dibin.
Çima dewleta tirkî dijmina Kurdan e?
Sedema dijmintiya Tirkiyê ya li hemberî PKKê û gelê Kurd, ev e; dizanin ne gelê resen yê vê herêmê ne û dizanin li derdora hezar salî ye bi şûr û xwînê herêmên me dagîr kirin. Herwiha dizanin ku ji ehdê Mîtaniyan ve ev welat welatê Kurdan e. Ji ber wê dixwazin Kurdan tine bikin û li hemberî PKKê dijmintiyeke bêsînor dikin.
Ji dema Osmaniyan heta roja me ya îro dewleta tirkî li dijî Kurdan kiryarên dijmirovî dike û dinya jî her tim bêdeng maye.  Lê vê dawiyê hinek dewlet û rêxistin li dijî van kiryaran derdikevin û xistina PKKê ya Lîsteya Terorê şaş dibînin, çima?
Îro li ber çavê her kesî tê dîtin ku Tirkiye aramiya herêm û cîhanê aloz dike. Herwiha li seranserê cîhanê Kurdên me li dijî van kiryaran dengê xwe bilind kirin. Bi pêngava vê dawiyê jî tê dîtin ku dengê me gihatiye cîhanê. Herwiha hin dewletên Ewropî nerînên wan tên guhertin. Dadgehên Ewropî jî dibêjin, çima PKK di lîsteya terorê de ye.
Li aliyê din Navenda Civaka Demokratîk ya Kurd ya Marsîlya, Lîga Mafên Mirovan ya Marsîlya, Meşa Jinê ya Cîhanê 13 Paca, Tevgera Dostaniya Gelan ya li Dijî Nijadperestiyê, Tevgera Aştiyê, Partiya Antîkapîtalîst ya Nû, Partiy Komunist ya Fransayê, Partiya Çep û Yekîtiya Bajar û Herêmê ya Azadî û Piştevaniyê, biryar dan û teqez kirin ku PKK ne terorîs e û divê ji lîsteya terorê derkeve.
Gelê kurd dibêje nûnera şoreşa Kurdistanê PKK ye. Ji bo derketina PKKê ji lîsteya terorê û xerabkirina planên dewleta tirkî ya faşîst gel dikare çi bike?
Ev bi têkoşînê, viyana şoreşgerî, xurtkirina Tevgera Azadiyê dibe. Rêxistinên Başûrê Afrîka û Filistînê bi rêxistinên terorîst hatin binavkirin, lê bi berxwedana xwe bi ser ketin. Li gel me jî wisa ye; her ku agirê şoreşê xurt bibe, wê dagîrkeriya Tirkan baştir bê dîtin û berjwendiyê dewletan yên bi Tirkan re qels bibin. Wê demê wê rewşa me jî were guhertin. Bi berdewamî û geşbûna Tevgera Azadiya Kurdistanê emê azad bibin. Divê em Kurd bibin yek û dengê me li seranserê cîhanê bilindtir bibe. Bêguman riya me Kurdan divê riya geşkirina tevgera azadiyê be. Lewra armanca şerê niha qirkirina Kurdan e.