Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Rêber Ocalan textê emperyalîzmê bi ramanê xwe hejand

06/06/2021
in ROJEV
A A
Share on FacebookShare on Twitter
Şivan Xelîl
Kurdê baş Kurdê mirî ye! Bi vê gotinê û vê fikrê ku ji malzaroka dewleta tirkî ya faşîst afiriye, Tirkên faşîst dixwazin bi her şêwazî nasname, çand û hebûna Kurdan tine bikin û ji bo pêkanîna wê her tiştî dikin.
Kurdê mirî yê dixwazin, yan di aliyê bedenî, yan aliyê manewî, yan aliyê exlaqî de mirî be.
Ji ber wê Kurd destpêkê di aliyê bedenî de kuştin û qirkirina wan hat xwestin. Niha jî di gel kuştina bedenî, pêwîstiya wan bi Kurdê di aliyê çandî, manewî û exlaqî de mirî heye. Ev jî bi riya kesên xayîn kirin û hê jî dikin. Hesen Xeyrî, Şemdîn Sakik, Yezdan Şêr û Osman Ocalan çend ji wan kesên xayîn in.
Lê li hemberî vê rewşê Kurdê ku were veşartin jî lê namire, hebû û hê jî hene. Ew jî Kurdên girêdayî xak, welat û gelê xwe bûn û li hemberî zordestî û dagîrkeriyê serî dananîn. Tiştekî xwezayî ye ku li hemberî qirkirina ku dewleta tirkî dixwest li dijî gelê Kurd pêk bîne, helwestek hebe. Lê ji bo birêxistinkirina vê helwestê jî pêwîstî bi rêberan hebû. Şêx Seîd, Seyid Riza, Elî Şêr, Nûrî Dêrsimî, Ihsan Nûrî Paşa û hwd. Ev erkê rêbertiyê girtin ser milê xwe û bi fedakarî pêşengî kirin.
Ji malzaroka vê berxwedan û têkoşînê Rêber Abdullah Ocalan ji dayîk bû û erkê rêberên me behsa wan kirî -ku di wî erkê xwe de bi ser neketibûn- girt ser milê xwe û di ciwantiya xwe de dest bi têkoşînê kir. Vî rêberî ku dewleta tirkî ya faşîst jê pir tirsiya gavên pir mezin û berbiçav avêtin û împratoriya bi xwînê hatî avakirin, hejand.
Rêber Abdullah Ocalan destpêkê xwe berda kûrayiya dîroka Kurdistanê. Di vê dîrokê de serhildan nas kirin û sedemên biserneketina wan zanîn. Di encamê de ders ji erênî û neyîniyên dîrokê girtin û bi rêbazên hemdem û encamgir des bi têkoşîna azadiyê kir.
Ji ber van taybetmendiyên xwe ji bo Kurdan Rêber Ocalan bû efsane. Herwiha fikir û felsefeya wî ji bo meşandina têkoşînê bûn dibistan. Vê rêbertiyê bala hêzên serdest kişand û ji bo berjewendiyên xwe xeter dîtin. Ji ber wê li hev kom bûn û ji bo bêbandorkirina vê rêbertiyê dest bi plana komployeke qirêj kirin. Di encama wê komployê de bi awayekî dijexlaqî Rêber Ocalan hat girtin.
Lê komploger bi girtina Ocalan têr nedibûn, lewre baş dizaniyan ku di zindanê de be jî ka hebûna wî ji bo gelê Kurd û gelên herêmê tê çi wateyê. Ji ber wê dest bi plana bêdengkirina wî kirin û tecrîdeke dijmirovî, dijexlaqî, dijqanûnî û pir giran li zindana Îmralî danîn. Bawer dikin ku wê bi tecrîdê Ocalan û gelê wî ji hev qut bikin. Lê xwe dixapînin, lewre têkiliya di navbera Ocalan û gel de ne madî, fikrî ye.
ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.