Li bajarokê Rimêlanê, Fakûlteya Hêzên Ewlekariya Hundir li ser asta bakur û rojhilatê Sûriyê hat vekirin û dewreya yekê ya perwerdeyê bi beşdarbûna 154 efseran dest pê kir.
Dewreya perwerdeyê dê 6 mehan dewam bike.
Merasim li Akademiya Şehîd Mihyedîn ya li bajarokê Rimêlanê hat lidarxistin. Fermandarê Giştî yê QSD`ê Mezlûm Ebdê, Fermandariya Hêzên Ewlekariya Hundir ya Herêma Cizîrê, desteyên Rêveberiya Xweser, Hevserokatiya Desteya Hundir, Meclisa Malbatên Şehîdan û endamên saziyên civaka sivîl beşdarî vekirina fakûlteyê bûn.
Di merasimê de hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan ya Herêma Cizîrê Hesen Ubêd vekirina fakûlteyê li şehîdên azadiyê û gelên bakur û rojhilatê Sûriyê pîroz kir û got, hêvîdar im ku ev dewre bi ser bikeve û xizmeta civakê li ser bingehê fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan bike.
Hevserokê Hêzên Ewlekariya Hundir Asim Ehmed jî got, vekirina Fakûlteya Zanista Polîsî ji bo xwepêşxistin û hevsengiya di navbera rawabûnê û pêkanîna aramiyê de derfetek e.
ANHA