Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Cîhan bêdeng e, dewleta tirkî jî qutkirina ava Firatê didomîne

06/06/2021
in ROJEV
A A
Cîhan bêdeng e, dewleta tirkî jî qutkirina ava Firatê didomîne
Share on FacebookShare on Twitter
Dewleta tirkî bi qutkirina ava çemê Firatê li ser Sûriyê û Iraqê qanûnên navneteweyî binpê dike û bêdengiya navneteweyî ji bo dewamkirina sûcên xwe bi kar tîne.
Dewleta tirkî ya dagîrker ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî ji 27’ê Çile ve rêjeke zêde ya ava çemê Firatê bi bendavên xwe digire. Bi vî awayî bi milyonan sûrî û iraqiyan bêav dihêle û jiyana wan dixe xeterê. Li gorî gelek analîzvanan li gel bêdengiya civaka navneteweyî, dewleta tirkî avê weke çekekê li dijî gelên herêmê bi kar tîne.
Hevserokê Meclisa Kantona Kobanê Mistefa Îto derbarê mijarê de ev nirxandin kir: “Dewleta tirkî bi kêmkirina ava çemê Firatê dixwaze derbê li projeya neteweya demokratîk, biratiya gelan û jiyana hevbeş ya Rêveberiya Xweser bixe. Ji ber wê çemê Firatê weke çekekê li dijî gel bi kar tîne û bi dagîrkirina gelek herêmên bakurê Sûriyê re nîşan dide ku tehemûla Rêveberiya Xweser nake.”
Îto axaftina xwe wiha domand: “Tevî ku Tirkiye sûcên li dijî mirovayiyê û li dijî gelên herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê û Iraqê dike, civaka navneteweyî li hemberî wê bêdeng e û civak dibe qurbana berjewendiyên siyasî.”
Îto herwiha got, divê em li hemberî planên dewleta tirkî ya dagîrker hişyar bin û bi her rêbazê li ber xwe bidin. Lewre hedefa dewleta tirkî şkandina vîna gel e û axaftina xwe wiha domand: “Baweriya me bi vîn û hêza gel ya berxwedanê û pêkanîna serkeftinê heye. Lewra banga mafê xwe yê azadiyê û para xwe ji ava çemê Firatê dike.”
Parêzer û endamê Yekîtiya Parêzeran ya Herêma Firatê Ismet Îbrahîm jî got, kêmkirina ava çemê Firatê, kiryareke neqanûnî ye û li dijî qanûnên navneteweyî ye. Di sala 1949`an de Dadgeha Edaletê ya Navneteweyî biryar da ku nabe ti welat zirarê bigihînin welatekî cîran.
Îbrahîm piştrast kir ku li gorî Peyamana Bikaranîna Rêgehên Avê ya ne ji bo Veguhastinê ku Neteweyên Yekbûyî (NY) sala 1997`an erê kiriye, madeya 21’ê ya benda sisiyan ya peymanê qedexe dike ku zirar bigihe welatekî din bibe, ji ber ku welatekî av kêm kiriye yan jî riya wê guherandiye.
Îbrahîm da zanîn ku dewleta tirkî li rex binpêkirina lihevkirina di navbera wê û Iraq û Sûriyê de ya sala 1987`an qanûnên navneteweyî tevan binpê dike.
`LI ŞÛNA HESABXWESTINÊ BÊDENGÎ SERDEST E`
Îbrahîm da xuyakirin ku dewleta tirkî jiyana bi milyonan iraqî û sûriyan dixe xeterê û got, ev sûcekî li dijî mirovayiyê ye. Parêzer Îbrahîm banga hesabxwestinê ji dewleta tirkî kir.
Derbarê bêdengiya hikumeta Iraq û Sûriyê ya li hemberî vê rewşê de, parêzer Ismet Îbrahîm got, divê her du hikumet ji ber ku di lihevkirina 1987`an de alî ne, li cem Meclisa Ewleyiyê ya NY û Dadgeha Bilind ya Navneteweyî, giliyê Tirkiye bikin da ku hesab jê bixwazin.
Îbrahîm bang li rêxistinên navneteweyî kir û got, divê erkên xwe li hemberî gelên Sûriye û Iraqê bînin cih û rê li pêşiya sûcên dewleta tirkî bigirin.
ANHA
ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.