Endamê Konseya Rêveber ya KCK’ê Mustafa Karasû got, ya desthilatê li ser piyan dihêle, armanca ‘yek milet’ e ku stratejiya neteweyî ya bingehî ya dewleta tirkî ye. Heta ev armanc neguhere wê tifaq, têkilî û birêxistinbûna qirêj jî dewam bikin.
Ev demek e itirafên girîng yên serokê mafyayê yê Tirk Sedat Peker di rojeva Tirkiyê û cîhanê de ne. Ji bazirganiya narkotîkê heta ya çekan, ji karên ne li rê heta desteserkirina mal û milkê mirovan, Sedat Peker gelek sûcên desthilatdariya Tirkiyê eşkere dike.
Endamê Konseya Rêveber ya KCK’ê Mustafa Karasu têkildarî mijarê ji Ajansa Nûçeyan Firatê (ANF) re axivî.
Karasu diyar kir ku dewleta Osmanî heta nîvê duduyan yê sedsala 19’an împaratoriyeke ji pir neteweyan bû. Polîtîkaya wê ya serke ew bû ku di nava sînorên xwe yên împaratoriyê de serweriya leşkerî û siyasî misoger bike. Destpêkê armanc, polîtîka û stratejiyeke wê ya ku gelan û baweriyan asîmîle bike, ji holê rake, tinebû. Di sedsala 19’an de piştî ku li pêşberî welatên Ewropa ket nava pêvajoya paşdemayinê û jidestdayîna xakê, destpêkê bi polîtîkaya Pan-Osmanî, pişt re jî bi polîtîkaya Pan-Islamîzmê hewl da împaratoriya xwe rizgar bike.
Li ser avabûna Komara Tirkiyê jî Karasu ev nirxandin kir. “Di nava Şerê Cîhanê yê Yekê de pêkhatina Şoreşa Sovyetê û daxwaziya Ingilistanê ya bikaranîna Tirkiyê li dijî Sovyetan, sala 1924’an bi peymana Lozanê re bi destnîşankirina Tirkiyeya nû bi encam bû.”
Karasu da zanîn ku Peymana Lozanê ku sînorên Tirkiyeya nû lê hatin diyarkirin, di heman demê de peymana erêkirina Qirkirina Kurdan bû. Ingilistanê di berdêla ku wîlayeta Mûsil û Kerkûkê ji Iraqê re bimînin, ev destûr da Tirkiyê. Tirkiyê jî di berdêla qirkirina Kurdan de ev herêm ji Ingilistanê re hişt. Piştî sala 1924’an polîtîkayên siyasî, civakî, çandî û aborî yên Tirkiyê hemû li gorî qirkirina Kurdan hatin diyarkirin. Kurdistan ji nû ve dagîr kir û xist nava sîstema dewleta navendî ya qirker. Ji bo vê jî bi her rê û rêbazê zilm û komkujî kir.
Mustafa Karasu diyar kirku stratejiya neteweyî ya bingehî ya dewleta tirkî ku vê desthilatdariyê li ser pêyan dihêle, armanca wê yek neteweyekê ava bike. Heta ku ev armanc neguhere, wê tifaq û têkiliyên qirêj bidomin.





