Rojnameya Ronahî

Destnivîsên Melayê Bateyî li gund tên parastin

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamya (MA) berhemên alim û helbestvanê Kurd Melayê Bateyî ev 300 sal in li gundê wî, Batê tên parastin.

Melayê Bateyî yek ji pêşeng û danerê edebiyata klasîk ya kurdî ye ku di gelek waran de nimûneyên ewil yên edebiyata kurdî  nivîsîne. Li gorî texmînên lêkolîneran Melayê Bateyî di navbera salên 1670-1750’yî de li gundê Batê yê girêdayî Bêşebaba (Elk) Şirnexê ji dayik bûye û li wir jiyaye. Herwiha gora wî niha li gundê Batê ye û ji bo civakê xwediya cihekî taybet e. Melayê Bateyî di babetên civakî û olî de jî pêşengiya civaka xwe kiriye û heta dawiya temenê xwe jiyaneke kurdewar jiyaye.

Li derdora 25 berhemên wî hene

Li gorî texmînan, tê gotin ku Melayê Bateyî di gelek babetan de berhem nivîsîne û bi giştî 25 heb berhemên wî hene. Lêbelê çawa ku di mijara berhemdariya gelek alim û helbestvanên Kurd yên mayîn de jî dixuyê, ji wan berheman gelek kêm berhem gihîştine roja me ya îro. Jî bilî berhemên wendayî yên Bateyî berhemên wî yên herî zêde tên zanîn Mewlûda Kurdî, Dîwan, Hemayîl, Keşkûl e.

Destnivîsên berheman pîroz in

Melayê Bateyî yekem helbestvan û alim e ku di nav edebiyata kurdî ya klasîk de mewlûdeke bi kurdî nivîsiye. Mewlûda di nav gelê kurd de herî meşhûr e mewlûda Bateyî ye. Di nav edebiyata gelek neteweyan de yek ji xezîneyên sereke jî destnivîsên berhemên helbestvan û aliman e. Li gundê Batê gelek destnivîsên Melayê Bateyî ji aliyê neviyên wî ve bi pêşk û baldariyeke hêjayî dîtinê ye, tên parastin. Gundî û melayê gund destnîşan dikin ku ew esehiya berheman ji nifşekê heta nifşekê hatiye ragihandin û niha ew wan destnivîsan di cihên taybet de diparêzin. Berhemên Melayê Bateyî ji bo şêniyên gund pîroz tên qebûlkirin û qîmeteke berbiçav ji bo berheman tê nişandan.

Ji nasên Melayê Bateyî mela Nûrî Guzel derbarê mijarê de wiha dibêje: “Em wek nevî û nasên wî tên nasîn. Bi sedan salan in dapîr û bapîrên me li vî gundî jiyane. Li gor agahiyên pêşiyên me, ev destnivîs aîdê mewlûda Mela Husênê Bateyî ne û wî bi destê xwe nivîsiye. Ji bilî mewlûdê çend berhemên wî yên din jî hene.” Nûrî diyar dike ku berhemên Melayê Bateyî ji bo wan pîroz in û wiha dibêje: “Berhemên Melayê Bateyî dîrokî ne, mîrasên wî ne ku ji me re wek emanet hiştine. Ji ber wê jî ji bo me gelek hêja ne.”