Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Nûçegihana JINNEWS hêjayî xelatê hat dîtin

28/04/2021
in ROJEV
A A
Nûçegihana JINNEWS hêjayî xelatê hat dîtin
Share on FacebookShare on Twitter

Nûçegîhana JINNEWS Sema Çaglak bi nûçeya xwe ya “Emîne Şenyaşar: Tenê edalet dikare birînên min derman bike” hêjayî Xelata Kedê ya Şehîd Rojnamevan Mazlûm Bagok hat dîtin. 

Bi pêmana salvegera Roja Rojnamevaniya Kurdî Yekîtiya Ragihandina Azad ya bakur û rojhilatê Sûriyê her sal xelata Kedê ya Şehîd Rojnamevan Mazlum Bagok diyarî rojnamevanan dike. Par ji ber belavbûna vîrûsa koronayê merasîma xelatdayînê nehat lidarxistin û nav jî nehatin diyarkirin. Îsal jî bi heman rewşê komîteya şopandina xelatê biriyar da ku merasîma xelatdayînê neyê lidarxistin. Ji ber vê sedemê îsal tenê navên kesên xelat girtine hatin aşkerakirin. Nûçegihana me Sema Çaglak jî bi nûçeya xwe “Emîne Şenyaşar: Tenê edalet dikare birînên min derman bike” hêjayê xelatê hat dîtin.

Mazlum Bagok yekem rojnamevanê ku li bakur û rojhilatê Suriyeyê jiyana xwe ji dest dide. Ji ber wê Kongreya Yekîtiya Ragihandinê biryar girt ku xelat bi navê wî be dayîn. Mazlum Bagok ango bi nasnav Ehmed Saado di sala 1992’yan de li bajarê Qamişlo ji dayîk bûye û di 28’ê îlonê di şerê YPG’ê yê li dijî DAIŞ’ê li Rebîaa jiyana xwe ji dest daye.

Xelata Mazlum Bagok li ser sê astan tê belavkirin: Xelateke cîhanî, ango rojnamegerên biyanî yên li Rojava kar kirine tên xelatkirin. Xelata Kurdistanî, ango rojnamegerên kurd yên li her çar parçeyên Kurdistanê dixebitin tên xelatkirin. Ya din jî ji bo rojnamegerên ku li Rojava dixebitin tê dayîn.

Navên rojnamevanênku xelat girtine wiha ne; 

Di beşa Kurdistanî de nûçeya nûçegihana me Sema Çaglak ku bi sernav “Emîne Şenyaşar: Tenê edalet dikare birînên min derman bike” hêjayî xelatê hat dîtin.

Nûçeya rojnameger Rola Elxetîb ku di televîzyona Elerbiyê de dixebite “Metirsiyên zarokên DAIŞ’î li kampa Holê” hêjayî xelata cîhanî hat dîtin.

Di beşa dîmen de nûçeya rojnameger Ekrem Salih jî çîroka zarokekî 10 salî ku masiyan li ser rêyan difroşe û bi wî temenî bûye bav hêjayî xelatê hat dîtin.

Di beşa wêneyan de wêneya ku ji aliyê rojnamevan Delîl Silêman ve hatiye kişandin hêjayî xelatê hat dîtin. Wêneya leşkerekî Amerîkî li zeviyeke neftê ye û bi rêya wêne agirê ji devê wî dibare tê xuyakirin. Delîl Silêman wênekêşê ajansa AFP’ê ye.

Di beşa nivîskî de, nûçeya ku ji aliyê rojnamevan Mihemed Hebeş ve derbarê bazirganiya Narkotîkê de di ajansa North Press de hatiye weşandin hêjayî xelatê hat dîtin.

Herwiha hat diyarkirin ku wê di Roja Radyoyê ya Cihanê de xelat bên belavkirin.

JINNEWS

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.