Rojnameya Ronahî

Dema Bêhna Nêrgizên Çiya Tê Min

Bihar bi hemî xeml û xêla xwe ve hêdî hêdî xwe berdide li çiya û baniyan, newal û geliyan, deşt û zozanan. Bihar, mizgîniya vejîna xwezayê ye, derbûna kanî û robaran e, dan dera berfîn û binefşan e, şînbûna canîmerg û nêrgizan, sosin û beybûna ye. Mizgîniya biharê û xeml û xêla wê kulîlkên nazdar û jî kurt in. Belê kulîlkên biharê jî kurt in, lê ew her çend jî kurt in ji, keyfa ku mirov ji wan distîne bê hempa ye. Gelo çi tişt dikare wê keyfxweşiya ku dema çavên mirovî li canîmergekê, li binevşûkekê, li beybûnekê yan ji li nêrgizekê dikeve bide mirovî ji xeynê wê xeml û xêla biharê pêve…

Ew keyf û xweşiya mirov ji wê seht û gava kurt distîne…

Ew lehza ku mirov yazdeh mehan, çar demsalan li bendê dimîne…

Ew kulîlkên ku xwezayê dixemilînin, ew xeml û xêla ku dilê mirovî terr dike, rûyê mirovî geş dike, mirovî şad û sermest dike, ji xem û xeyalan û kul derdan dûr dixe…

Ew xeml û xêla ku kaniyên evînê der dike, zimanê şalûr û bilbilên lal bûyîn vedike, hêlîn û levdikan ji nû ve ava dike, jiyanê ji nû ve zindî dike…

Ax xecxecûkên kum sor û jî kurt! Ma bihar bê we dibe. Ew zeviyên ji kumê we sor dikin çiqasî bi xeml û rewş in…

Ew lîlozên çiyayê Cûdî û gulnixwîmên li çiyayê Simbilê û Zagrosê yên her tim bi hiznî û weke rondikên çavên bûkên ser bi xêlî nazenîn…

Nazenînin rondikên çavên bûkên ser bi xêlî, weke gulnixwîmên tenê li çiyayên poz bilind yên welatê birîndar şîn dibin…

Gelo çi derdê te heye ku tu tenê li çiyayên welatê dilkul û birîndar şîn dibî û te serê xwe nixwîm kirî ye…

Gelo çi li te qewimî ye te serê xwe tewandî…

Yan tu ji weke dayîkên welatê min dilkul û kezeb şewatî…

Yan ji tu rondikek ji çavên dayîka min î…

Lê ez dizanim, her çend te gula xwe sernixwîm ji kirî ye, tu ji weke dayîkên welatê min serbilindî û tu bi xeml û rewş î…

Lê bêhna biharê, nêrgizên çiya…

Ew nêrgizên ji latên asê bêhna xwe li ser gelî û newalan de berdidin…

Ew nêrgizên weke hêlîna teyrê baz, tenê di lat û zinarên asê de çêdibin û mirov nikare xwe bigihînê…

Gelo çi bêhn weke ya wan xweş e…

Na, ne misk û ne ji ember, ew bêhnxweştira hemiyane…

Dema mirov wan nêrgizên lata dide li ber bêhna xwe çi hizûrekê berdidin nava giyanê mirovî û mirov çiqes pê şad û sermest û geş dibe…

Belê xemla biharê, keyfa dilê yarê…

Ew yara xemla wê ji ya biharê, şewq rûyê wê ji ya wan kulîlkên jî kurt…

Ax bihara welatê min…

Ew çiyayên te yên hinde asê û poz bilind, di biharê de çiqas bi xeml û rewş û bi heybet in…

Na, xeml û xêla çi çiyan ne weke ya wan çiyayên pîroz in. Ew hizûr û dilgeşî, sebr û sebata ew çiyayên welatê min didine mirovî çi çiyayên din nikarin bidine. Ew bîna ku ji wan nêrgizên li lat û zinarên çiyayên Kurdistanê de şîn dibin difûre ji çi nêrgizan na fûre.

Belê xeml û xêla bihara welatê min e hizna dilê min dikuje û vediguherîne şahiyê…

Û xeml û rewşa bihara welatê min e derdike kaniyên dilê jiyanê…

09.04.2021

 

Sîpan Şînda