Lêzan EVDIKÊ/Qamişlo
Hêzên Ewlekariya Hundir ya bakur-rojhilatê Sûriyê, li ser operasyona herî mezin ya li herêma Cizîrê li hemberî tiryakê, daxuyaniyek da çapemeniyê.
Berdevkê fermî yê Hêzên Ewlekariya Hunndi Elî Hesen, ku daxuyanî xwend ev agahî dan:
“Di encama kampanyayê de ya bi durişma “Jiyan Berpirsiyarî ye” ya li dijî tiryakê, ku Hêzên Ewlekariya Hundir 25ê Îlona 2020an dabûn destpêkirin û bi 2 qonaxan dewam kir, gelek firoşkarên tiryakê hatin girtin.
Madeyên bi van kesan re hatîn girtin ciyên madeyên qedexe wiha ne:
196,000 hebên narkotîkî yên Capticol
474 creyên giya
11250 dolarên emerîkî yên qelp
Çekên navdar:
26 pistol û cebilxane
Çekek sniper
Du tifingên nêçîrê
Drankov dikanên jimar 63
3 dikanên çekan, gelek kompûter û telefon.