Di operasyonên ewleyiyê yên 10 rojên dawî li Kampa Holê ya rojhilatê Sûriyê de, 158 çeteyên şaneyên DAIŞ`ê yên li kampê hatin girtin.
Li Kampa Holê ji bo bêbandorkirin û paqijkirina DAIŞ`ê û şaneyên wê, di 10 rojên dawî de ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundir û Yekîneyên Antî Teror (YAT) ve 28ê Adarê operasyonên ewleyiyê hatin lidarxistin 2`yê Nîsanê bi dawî bûn.
Di wan operasyonan de, ji bilî beşa malbatên DAIŞ`ê yên biyanî ku bi navê “Muhacîrat” tê nasîn, li 8 beşên kampê xebata lêgerîn û kontrolkirinê pêk hatin. Hêzên beşdarî wan operasyonan bûyîn 125 çete girtin ji wan 20 çeteyên berpirsên şaneyên DAIŞ`ê yên li kampê bûn û hejmarek ji wan jî jin bûn. Herwia gelek alavên leşkerî û radarên eleketronîk ku di amadekirina mayînan de dihatin bikaranîn, hatin desteserkirin.
Di 5 rojên piştî bidawîbûna qonaxa yekê ya Operasyonê de, Yekîneyên Antî Teror li kampê zêdetirî 51 opersayonên serdegirtin û lêgerînê pêk anîn. Di van operasyonan de jî 7 jê jin 33 çeteyên şaneyên DAIŞ`ê hatine girtin.
Li Kampa Holê 60 hezar û 351 kes dimînin û li ser 16 hezar û 404 malbatên ji Sûriyê, Iraqê û welatên biyanî, belav dibin.
ANHA