Rojnameya Ronahî

DKF ji bo pêşxistina têkiliyên bi rojavayê Kurdistanê re dixebite

Serokê DKF Yûnis Behram diyar kir ku armanca wan ya serdana rojavayê Kurdistanê pêşxistina têkiliyan û avakirina peymanan bi Rêveberiya Xweser re ye.

Encûmana Almanî-Kurdî ya bi navê (Deutsch Kurdisches Forum DKF) li Almanya tê naskirin, ji bo pêşxistina diyalogên Almanî-Kurdî 3`yê Nîsanê serdana rojavayê Kurdistanê kir.

Derbarê hûrgiliyên serdanê de Serokê Forma Almanî-Kurdî Yûnis Behram ji ajansa nûçeyan ANHA re axivî.

Yûnis Behram da zanîn ku armanca Encûmana wan çareserkirina nakokiyên di navbera gelê Kurd û hikumeta Almaniyayê de ye. Nexasim (Kurdên li Almaniya) û wiha dewam kir: “Armanca me xurtkirina siyaset û dîplomasiya di navbera Kurdan û Almanya de ye, da em siyaseta Kurdan bi hikumeta Almanya bidin qebûlkirin.”

`ZIHNIYETA DEWLETA TIRKÎ KURDAN QEBÛL NAKE`

Yûnis Behram da xuyakirin ku dixwazin gelê Kurd ji lîsteya terorê derxin. Dewleta tirkî ya dagîrker endama NATO ye û gelê Kurd bi terorîstî bi nav dike û wiha domand: “Gelê Kurd bi biryara dewleta tirkî ket lîsteya terorê. Weke ku tê zanîn dewletên ku endamên NATO`yê ne, ji xwe re maf dibînin ku her kesê bixwazin bxin lîsteya terorê.”

Yûnis Behram diyar kir ku dixwazin bi riya Encûmana Almanî-Kurdî rastiya Kurdan ku ew ne teror in eşkere bikin û wiha dom kir: “Bi taybetî piştî ku dostayiya dewleta tirkî bi Ewropa re lewaz bû û daxwaziya Erdogan ya vegerandina Împaratoriya Osmanî bi ser neket, asta dewleta tirkî jî daket asteke lewaz.”

PEYMAN BI RÊVEBERIYA XWESER RE

Yûnis Behram axaftina xwe wiha domand: “Bi hatina xwe re, me xwest peymanekê bi Rêveberiya Xweser re pêş bixin, da em wan têkiliyan bixin xizmeta pêşxistina siyaset û têkiliyên dîplomatîk bi Rêveberiya Xweser re.”

ZANÎNGEHA ROJAVA

Yûnis Behram diyar kir ku yek ji sedemên hatina wan mijara pêşxistina Zanîngeha Rojava ye ku ev demek e li ser kar dikin û wiha domand: “Me hin ji profesorên zanîngehên almanî amade kirine ku bi Online waneyan bidin xwendevanên Zanîngeha Rojava.”

Serokê Encûmena Almanî Kurdî Yûnis Behram diyar kir ji bo ku ew têkiliyên di navbera zanînghên Almanî û Zanîngeha Rojava de xurt bikin komek ji profîsorên Almanî ku bê tiştekî bistînin, dixwazin alîkariya Zanîngeha Rojava bikin.”
ANHA