Rojnameya Ronahî

Keremê Seyad, xizmetkarê Dengê Êrîvanê

Derwêş M. Ferho

Ji 1992 heta 2018, bê navber, her sal diçûm Gurcistan û Ermenîstan. Her sal jî min saziyên Kurdan li Gurcistan û Ermenîstan ziyaret dikir.

Li Gurcistan, Komeleya Kultûrî ya Kurdistan (vê dawiyê ji sedema zexta Turkiyê ji aliyê dewletê) hat girtin), navdarên Kurdên mîna Keremê Anqosî, Îsko Dasinî, Ando Çildergûşî, Nodar Mamreşî, Besa Caferova ziyaret dikir.

Li Ermenîstan R’ya Teze, Radyoya “Dengê Êrîvanê’, Mala Kurdan, gundên mîna Elegez, Rêya Teze, Cumbuşvan, Mîrek, Senger, Şamîran … ciyên sereke bûn, min ziyaret dikir.  Derfet pêk hat û me Hiseyn Cindoyan (yekemîn mamosteyê Kurd ku gelek ji şagirtên wî bûne nevdarên ji civaka Kurd li Kafkasê), Grîşayê Memê, Şakiroyê Xudo, Egîdê Cimo, Feyzo, Rizganê Recewî, Tosinê Reşîd, Wezîrê Eşo, Emerîkê Serdar, Karlanê Çeçan, Çerkezê Reş, Aslan Beg, Mahmud Beg dît. Mixabin çend kes ji wan di vê navberê de çûne ser dilovaniya xwe.

Li Êrîvanê Dengê Êrîvanê, bi salan e bi serkariya Keremê Seyad weşana xwe didomand. Yekemîn car ku ez çûme wira 1992 bû. Naverojekê çûm Radyo. Keremê Seyad û çend kesên din xizmet dikirin. Rewş baş nebû. Sovyet ji hev dihelweşiya, rewşa aborî xerab bû. Di nav derfetên dijawar de bûn. Xemgîniyek mezin di rûyê wan de xuya dikir.

Di 2005 de jî tev 32 xwendekar û ciwanên Kurd ji Ewropa me di çarçeweya projeyeke kultûrî de Dengê Êrîvanê (Radyo) ziyaret kir. Binevşa Bêrîvan wê demê ji bo filma xwe ya documenter bi navê Gelê Tawusî Melek (Traces: The people of Peacock) bi Keremê Seyad re hevpeyvînek dirêj kiribû. Mamoste bi berferehî ji komê re axaftibû.

Mamoste Keremê Seyad gelekî xemgîn bû. Di nav şert û mercên dijwar de kar dikir. Tenha mabû. Ez, cîgirê serokê Parlementoya Brukselê Jan Béghin û senator Hugo Van Rompaey (2005) çûn Radyo. Demek dirêj axaftin. Min jê re got ku berî hatina xwe me soza hevdîtin bi berpirsiyara karên gelên cuda li Ermenîstanê stendiye û roja din dive herin wê bibînin. Me bi hevra biryar stend ku ew jî bi me re were.

Roja din em bi hevra çûn wira û li ser pirsgirêkên Kurdan, rewşa Radyoyê axaftin. Di nav axaftina xwe de me ji xanima berpirsiyar re got ku di nav civaka Kurdên Ermenîstanê de dubendîtî peyda bû ye û beşek Kurdbûna xwe red dike, xwe wek gelekî din, wek “gelê Êzdî” bi nav dike. Ev jî dibe sedema parçebûna gelê me û ne ji bo Ermeniyan ne jî ji bo Kurdan tiştekî beş e. Me rica kir ku hikûmeta Ermenîstan di vê derbarê de hassas be û nexwaze Êzdiyan ji Kurdan biqetîne.

Her tim xemgînî ji rûyê Keremê Seyad kêm nedibû. Bi taybetî dema behsa rewşenbîrên Kurd dibû. “Pirraniya rewşenbîrên me ji vira belav bûn. Kêm kes mane. Hinek çûn Ewropa, hin çûn Rusya, yê din çûn welatên din. Rewşa aborî em ji hev tert û bela kirin. Radyo li aliyekî, R’ya Teze li aliyê din bi derfetên xerab weşana xwe dikin. Ewê rojên pêş me çi şanî me bikin nizanim.”

Kerêmê Seyad xizmetkarekî mezin bû. Di radyo de heta roja dawîn bi derfetên herî kêm de kar kir. Lê karê xwe berneda. Mîrasa rewşenbîrên mîna Casimê Celîl, Erebê Şemo, Qanatê Kurdo, Şekiroyê Xudo, Keremê Anqosî, Karlanê Çeçan, Ferîkê Usiv, Xelîlê Çeçan, Egîdê Cimo, …… bi xebta xwe, bi dengê xwe bi salan xwedî kir, jîndar kir. Lê mala xerîbiyê wêran bike. Ew jî ji nav me çû. Ewê her tim di bîra gelê Kurd de bimîne.