Rojnameya Ronahî

Pengava paqijiyê dest pêkir

Lêzan EBDIKÊ/Qamişlo

Di dema qedexeya derketina ji derva, şaredarî valahiya taxan istixlal kir ku dest bi pengava paqijiyê bike. Di heman demê de ji bo ku hebûna erebeyan ne be asteng, şaredarî bi erebeyên agirkuj taxan bi avê temîz dike.

Cigerê şaredariya bajarê Qamişlo yê bi navê Nûrî Îbrahîm ev agahi dan: “Ev pengav ji demek de di pêlanên me de bû, lê derfet çê nedibû. Ji bo wê bi biryara qedexeya derketina ji derve, me wek derfet bi kar anî û me dest bi vê pengavê kir. Ev pêngave 5-6 rojan wê bidomîne”

Nûrî diyar kir di vê pêngava paqijiyê de, ewê gemara komkirî jî çareser bikin û ev pêngave wê  belavbûna korona jî kêm bike.

Hevseroka şaredariya bajarê Qamilşo, Dîlan Hesî li sere mijarê agahî zêde kirin û wiha got: “Pengava me ji bo taxên sereke û bajêr e. Destpêkê de qonaxa şuştinê û dawî de jî qunaxa taqîmê(dezenfekte) ye. Herwiha komîtên me yên karên wan bi taybetî ji bo baqijkirina dibistanan hene. Lê li gor derfetên di destê me de, şaredarî bi tenê têrî nake. Ji bo wê me têkilî bi komîta tenduristî girêda ku ji bo dermanên paqijîyê alîkarbe. Di heman demê de me têkilî bi focên agirkuj jî kirîye ji bo paqijkirina taxan. ”

Nêrînên gel

Şêneya bi navê Firyal Mihemed li ser vê pengavê wiha nêrînên xwe da: “pengav gavekî pir pîroz e û dibe alîkar bi gel re. Lê ta niha hin negihştine taxa me, dibe ku rojên bê pengava xwe bi temamî xelas bikin û ti tax bê vî mafê paqijî nemînin.”

Walatiyê bi navê Adil Ebas jî got: ” li gor min ev pêngava pakijîyê, tenê bi şaredarîyê na gihe armanca xwe. Divê welatî tev bibin alîkar û ji malên xwe dest pê bikin. Herwiha di dema qedexeyê de, dikanên xwarin vekirîne, divê her roj werin temîzkirin. Lê mixabin em vê şêwazê bi kar naynin. Lê dîsa jî ev pêngave hişmendiyekê paqijiyê ava dike û mirov dikare bi erênî binirxîne. “