Rojnameya Ronahî

Salvegera bûyîna Rêber Apo

Zekî Bedran
Em salvegera bûyîna Rêber Apo ya 72. Pîroz dikin. Rêber Apo 4ê Nîsana 1949an li Riha di malbateke xizan de hat dinyayê. Ne pêkan bû ku ti kes bizane ku wê pirsgirêka kurdistanê ya  parçe bûyî, hatî parvekirin û bûyî nexweşiyeke mayînde derxe meydanê û vî qasî bandorê li herêmê bike. Mirov ji jiyan û nakokiyên civaka tê de hatî dinyayê çêdibin. Rêber Apo jî rasta pirsgirêkên giran yên gelê Kurd yên dewleta tirkî xwestî tine bike hat. Di wê serdemê de bi hezaran ciwanên Kurd diçûn bajarên Tirkiyê zanîngeh dixwendin. Bi giranî bi qedandina dibistanê û mûçeyekek baş razî bûn. Meyla giştî wisa bû. Rêber Apo jî dikariya wisa bike. Ti kesî nas nedikir. Hêviya ti kesî jê tinebû. Ku bibûya memûrekî baş wê ji aliyê malbatê û derdora xwe ve bihata teqdîrkirin.
Rêber ku li hemberî xwe inkara Kurdan û nakokiyên kûr dîtin ji herkesî cudatir helwest nîşan da. Tevlî ti rêxistinên heyîn nebû, ku di wê demê de di tevgera şoreşgerî ya Tirkiyê de hereket û zindîbûneke mezin hebû. Wî ji xwe re riyeke cuda neqand. Bi mereq û xwestekeke mezin lêkolîn kir. Hêza hizrê xwe pêş xist. Di dawiyê de biryar da ku divê Kurdistan ji mêtîngeriyê bê rizgarkirin. Lê ne rêxistin û tecrûbeya wî, ne jî piştgiriya wî hebû. Hema hema weke mûcîzeyekê, weke çala bi derziyê ji xwe dest pê kir û xwe ji bo têkoşîneke mezin amade kir.
Pêşketina Rêber Apo di aliyê hişmendî de li paytexta dewleta tirkî çêbû. Ciyê destpêkê koma Apoyî lê çêbûyî Enqere ye. Vê komê bi awayekî serkeftî berê xwe da Kurdistanê. Van kadroyan bi eşqeke mezin weke hewariyan ev xebat meşand. 27ê Mijdara 1978an bi amadekariya Rêber Apo kongreya xwe ya destpêkê li dar xistin û PKK ava kirin. Ev têkoşîn bi şehîdbûna bi dehhezaran qehremanî heta roja îro dewam dike.
Dewleta tirkî xwe dispêre tecrûbeya hezar salî. Heta dawiyê wediya taybetiyeke miliyetgir û milîtarîst bû. Li Anatolya û Mezopotamya Ermenî, Rum, Asûrî û Cihê qir kiribûn. Ji sala 1920an ve li ser Kurdan polîtîkaya kuştin, koçberkirin û bişaftinê dimeşand. Hişmendiya yek dewlet, yek miletî di ciyê xwe de rûniştibû. Ji bo tirkîtî û dewletê gelên li van erdan bêguman dibûn qurban. Di nava sînorên Tirkiyê de ji bilî Kurdan Laz, Çerkes, Ereb û yên din di nava pencên tirkkirinê de bûn. Di milê olî de jî hewldana Sunîkirina herkesî parçeyek ji vê projeyê bû. Bermayiyên şaristaniya Xiristaniyê tev ji holê dihatin rakirin. Elewî dikirin Sunî. Ji bo pêkanîna van projeyên xwe pêwîstiya wê bi desteke derve hebû. Ji bo wê ket NATO. Bê desteka NATO wê nikaribûya gelê Kurd tevgera şoreşgerî demeke dirêj bêbandor bike. Lewre tişteke ku bide gelên di binê desthilatiya wê de tinebû.

Ji ber wê têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê ne li hemberî Tirkiyê tenê, li hemberî NATO û sîstema emperyalîst jî bû. Çawa ku hê di salên 1980yan de di serî de Emerîka û Almanya bi hawara Tirkiyê ve beziyan û PKK xistin lîsteya terorê. Ku van tevan têrê nekir û nikarîn Rêber Apo û PKKê bisekinînin, vê carê Emerîka û NATO ketin nava tevgerê. Bi komployeke navneteweyî û operasyoneke dijhiqû girtin û teslîmî Tirkiyê kirin. Felsefeya Rêber Apo ji aliyê hêzên emperyalîst ve nehat qebûlkirin. Tirkiyê jî di dijmintiya Kurdan de israr kir. Îro li dinyayê serkêşiya dijmintiya Kurdan dike. Rêber Apo li hemberî polîtîkaya dewleta tirkî ya tinekirinê, hem li hemberî polîtîkaya hêzên emperyalîst ya fetisandina Rojhilata Navî di şerên bixwîn de, serî rakir. Xwe kesekî ji Rojhilata Navî pênase kir. 20 salan li ser hev li Sûriyê ma û Rojhilata Navî baştir nas kir. Bi taybetî dostayiya gelê Ereb girîng dît. Ji miliyetgirî, mezhebgirî û kevneperestiya di dîn de dûr sekinî. Li çanda pêxemberan, mîrasa çanda neolîtîk û taybetiya jinan ya parastina jinan xwedî derket. Sosyolojiya azadiyê pêş xist. Girîngî da azadiya jinê, neteweya demokratîk û xwezayeke parastî. Ji bo wê hebûna Rêber Apo ne ji bo Kurdan tenê, qezenca gelê Ereb, Faris û civakên Rojhilata Navî yên azadî û wekheviyê dixwazin tevan e. Rêber Apo kesek ji Rojhilata Navî ye. Ji bo wê nasnameya wî ya Rojhilata Navî li pêş e. Lê di heman demê de yek ji dinyayê ye. Xwediyê nasnameyeke wisa ye ku felsefe û teoriya gel û civakên li azadiyê digerin çêkiriye.

Em dibêjin salvegera Rêber Apo li Kurdan, civakên Rojhilata Navî û dinyayê pîroz be.