Rojnameya Ronahî

Abdullah Ocalan

Faruk Sakik

Gulnaz Karataş-Bêrîtan, li dibistanê di dersa wêjeyê de dema ku mamoste dibêje; herkes bila biyogirafiya xwe binivîse, waha bersiv dide:

Bîyogirafî:

Nav: Gulnaz

Paşnav: Karataş

Cîh û dema jidayikbûnê: Çewlik – 971…

Û dibêje; ma hûn ê min li gorî agahiyên di nasnameyê de nas bikin? Lê gelo ev yek ji bo ku kesek bixwaze min nas bike wê qîm bike. Karkerek ku li Vîetnamê dixebite wê bizanibe ku ez çiqas bi rengê kesk ve girêdayime, wê jinên Nîkaragûayê bizanibin ku ez heroj derdikevim balkonê û bi saetan li esîmanan dinêrim, zarokên ku pêlavan boyax dikin wê eleqeya min a helbest û pirtûkan bizanibin…. Tiştên di nasnameyê de hatine nivîsandin, min nadin nasandin.

Nasandina Rêber Apo jî wiha ye. Ji bo ku gelên Rojhilata Navîn, karkerên Îngilistanê, jinên Amerîkaya Latîn wî baş nas bikin divê em nebêjin; Abdullah Ocalan 4’ê Nîsana 1948’an li gundê Amarayê yê bi ser navçeya Riha Xelfetiyê hatiye dinê. Navê diya wî Uveyş û bavê wî Omer e. Dibistana seretayî li gundê Cibinê xwendiye….

Divê wiha were gotin û nasandin:

Abdullah Ocalan, gelekî bi navê kurd û welatekî bi navê Kurdistan hebû. Bi bêbextiya dîrokê dikira bihatana tinekirin lê wî pêşî li tinebûnê girt.

Abdullah Ocalan, li Tirkiyê ji bo komara demokratîk were avakirin pêngavek da destpêkirin. Li ser perspektîfên wî gel bi rêxistin bûn. Di destpêkê de bi navê Kongreya Demokratîk a Gelan û piştî demekî jî wek partî Partiya Demokratîk a Gelan HDP hat avakirin. Ev partî di hilbijartinên 7’ê hezîrana 2015’an de da îspatkirin bi van paradîgma û nexşerêya Ocalan wê demokrasî were Tirkiyê.

Abdullah Ocalan, li Rojhilata Navîn qedera gelan ku di bin destê desthilatên serdemê de bû bi paradigmaya konfederalîzma demokratîk guhert. Bi paradîgmaya xwe rêyeke nû danî ku hemû gel û civak, bîr û bawerî, zar û ziman xwe di nava vê paradîgmayê de îfade bikin, bibînin, bi pêş bikevin.

Abdullah Ocalan, bi kedeke mezin ji jina kole, jina azad afirad. Jinên cîhanê îroj li ser fikr û ramanên wî li dijî desthilatdaran têdikoşin.

Abdullah Ocalan, li dijî sîstema Modernîteya Kapîtalîst, Modernîteya Demokratîk danî.

Abdullah Ocalan, ne tenê ji bo mirovahiyê, di heman demê de ji bo parastina xwezayê jî sîstemeke ekolojîk pêşkeşî mirovahiyê kir.

Abdullah Ocalan, sîstemeke demokratîk, azadîxwaz, wekhev, komînal û mirovî dixwest da ku di vê sistemê de herkes azad bijîn. Di sîstema ku wî dixwest de bêedaletî, birçîbûn, mirin û zilm tinebû. Jiyan watedar bû.

Abdullah Ocalan, civakeke exlaqî û polîtîk dixwest û ji bo vê yekê jî pêşniyarên maqûl bi berhemên xwe pêşkeşî mirovahiyê kiribû.

Abdullah Ocalan bi raman û pirtûkên xwe bandor li ser gelek însanan kiribû.

Abdullah Ocalan, ew kesê ku pêdivî bi şer dîtibû şer dabû destpêkirin û roja şer mîsyona xwe temam kir jî di aştiyê de israrkir.

Abdullah Ocalan kesek e ku ji aliyê milyonan ve bi kampanyayên îmzeyan ew wek vîna xwe qebûl kirine.

Abdullah Ocalan ji ber van taybetmendiyên xwe ew kes bû ku li dijî wî komployeke navnetewî pêk hat û îro li zîndana Îmraliyê dîl hatiye girtin. Dîsa li ser daxwaza komplogeran tecrîda li ser wî roj bi roj hatiye girankirin.

Abdullah Ocalan, di rojên tecrîd û Îmraliyê de, dîsa bêsekin ji bo ku ji pirsgirêkên ku li cîhanê diqewimin re çareserî bibîne, bi nexşerêyên xwe midaxale dike.

Abdullah Ocalan, ji bo ku fikr û ramanên wî yên gerdûnî li ser hemû mirovahiyê bandor dike, îroj bi milyonan însan li her deverên cîhanê ji bo azadiya wî têdikoşin.