Rojnameya Ronahî

4’ê Nîsanê, Roj Hilat!

Heta 4 ê Nîsana 1949’an, ewrê reş û tarî, hemû ezman û insanê Kurdistanê dîl girtibû, Kurdistan weke zîndanê bû. Dibe ku mirov bişibîne goristanê jî. Jixwe, dagirkerên tirka digotin “me kurd kuşt û xiste binê xaka çiyayê Agiriyê û ser çimento kir”.

Belê li himber vê gotina qirkeran, bivêja gelê me jî hebû; “giha, ticara di bin kevir û zinaran de ranaweste, her şîn dibe û derdikeve”, divê em vêna jî bixin bîra wan!

Jibo ku diyalektîka vê şînbûna gihayê temam bibe, ji axê, avê, hewayê û gel re; hewcedarî bi germahî û ronahiyê hebû. Eha heyvanê temamkirina vê diyalektikê an jî vî şîrî, di roja 4 ê Nîsanê de hat: Ew roj Abdullah Ocalan bû û di wê rojê de hilat; ew germahî û ew ronahî bi Abdullah Ocalan re, wê rojê hilat!,

Wê ronahiyê çav û mejiyê gel vekir. Rastî û derewî ji aliyê civakê ve hat dîtin. Vê ronahiya Rojê, bêgûman bi xwe re germahî jî afirandibû. Ev ronahî û ev germahî, ji gel re bû curet û cesaret. Li gel çav û mejiyê gel, êdî dil û gorçik jî, weke Cegerxwîn digot; dibûn “HESIN û POLA”!

Êdî li Kurdistanê, şwîna kesatiya koleyî, kesayetiyek azad û berxwedêr dihate afirandin. Ji ber ku êdî ew perda reş ji ber çav û ser mejî hatibû rakirin. Weke kesên birçî û tî, xwarin û av bi dest wan keve.

Ew amûr an heyvanê ku gel pê zane bibe û rastiyê nas bike, ji aliyê desthilatdaran ve, ji destên gelan hatibû girtin. Bi sedsalan, gelên Kurdistanê ji vî mafên mirovahî hatibûn bêparkirin. Di vê mijarê de, Rêber Apo mînakek dîrokê ya balkêş dida. Digot, “tiştê min kiriye gelek dişibe yê Prometheus; wî çawa agir ji Xwedayê Hesinkar Hephaistos dizî û gihand mirovên hejar û mezlûm, min jî rastî û zanistî ji wan dizî û gihand gelên hewcedar û ew hişyar kirin” û hwd. Hilbet Xwedayê Xwedayan Zeus, bi cezayê giran ew li zinarê çiyayê Qefqesê li zincîrê xist! Cezayê Zeus’ên modern jî, çawa dişibe yê wan û Rêber Apo çawa li Imrali ceza kirine li ber çava ye!

Ev şibandina rojê jî û Prometheus jî ne ji rêzê ye. Ji ber ku felsefe û xebata Rêber Apo, bi tenê ji bo gelê kurd ranewestiya. Erê raste, bandorek mezin li ser hemû gelê kurd kir, ew ruhê “mirî” ji gorê rakir, zindî kir û bi rêxistin kir û rakir ser piya. Belê jiber ku felsefe û hilwesta wî, gerdûnî bû, lewma pir kes û gelên ku vêna dibînin û nas dikin, li vê rohniyê û zanistê dibin xwedî û vî rêberî weke rêberê xwe di pejirînin!

Bêgûman hêzên hegemonên cîhanî jî, vî fîlozofê hemdemî û gerdûnî, ji sîstema xwe re alternatîf dibînin û lewma hemûyan bi hev re, bi wê plangeriya navdewletî, ew dîl girtin û radestî dewleta tirka kirin.

Mînaka nuha jî vê rastiyê dide dest. Dewleta AKP-MHP’ê, bi hinceta PKK’yî li Başûr, Şingal, Mexmur, Rojava û hwd.nin, êrîşên komkujî, wêran û hemû kiryarên dijî mirovahî didin meşandin, lê yek dewletek jî li himber vê siyasetê hilwestê nîşan nadin, berovajî, hinek ji wan aşkere piştgriya AKP-MHP’ê dikin.

Hinceta wan, ji alîkî ve rast e, erê endamên PKK’yî dibe ku kes nebe, lê kesên ku ew felsefe û ruhê Apoyî hildane li wir jî pir in û li gelek deverên din jî dibe ku hebin.

Ew roja ku di 4 ê Nîsanê de hilati ye, li hemû mirovahiyê pîroz be!