Rojnameya Ronahî

Sarya Golan: Divê em şanoya Rojava veguhêzin derve

 

Îsal di Mîhrîcana Şanoyê ya Şehîd Yekta Herekol ya 5. de lîstika ‘Aştî di Baskên Çûkê de ye’ ku ji aliyê Gul Fulya Yuksel ve hatiye nivîsîn û derhêneriya wê Sarya Golan kiriye û koma Teatra Sarya Baran pêşkêş kiriye, li Navenda Çandê ya Mihemed Şêxo ya Qamislo hat pêşandan.

Lîstikê nêzî 35 deqeyan dewam kir û tê de temaşevan pêşî serpêhatiya qaqlîbazekê dibîne ya di nava şer de hatî girtin dibîne.

Em bi derhêner Sarya Golan û lîstikvan Zelal Mûsa re li ser xebat û lîstikên Teatra Sarya Baran ku koma yekê ya jinan ya li bakur û rojhilatê Sûriyê û Rojhilata Navî ye, axivîn.

Zelal Mûsa ku ev du sal in endama koma Teatra Sarya Baran e, wiha got: “Em di lîstika xwe de ku di çarçoveya Festîvala Şehîd Yekta Herekol de bi temaşevanan re hatin cem hev, me xwest balê bikişînin ser girîngiya aştiyê. Em hewl didin nîşanî zarokan bidin ku dikarin di nava aştiyê de bijîn û çîroka me li ser berpirsyariyên malbatan e. Divê dê û bav zarokên xwe mezin bikin. Dîsa di çîrokê de me diyar kir ku divê zarok axa xwe ji nêz ve nas bikin. Em cara duduyan beşdarî Mîhrîcana Şehîd Yekta Herekol dibin. Em bi lîstika ‘Jina Tenê’ beşdarî mîhrîcana berê bûn û me xelat girt. Em bi lîstikeke zarokan tev li vê festîvalê bûn.”

Zelal Mûsa diyar kir ku şano rastiya civakê derdixe holê û got, her bûyereke ku di nav civakê de pêk tê, di her kêlî û demê de li ser dikê tê ber çavê temaşevanan. Rastiya civakê di van dîmenan de diyar dibe. Em armanc dikin ku bi van dîmenan rastiya civakê derxin pêş temaşevanan. Niha ji ber ku şer heye, me lîstikeke wisa çêkir. Lê em li her derê aştiyê dixwazin. Xwezî gelên li tevahiya Rojhilata Navî bi serbestî biçin şanoyan û li şanoyan temaşe bikin.”

Derhênera Teatra Sarya Baran, Sarya Golan jî wiha axivî: “Ev 3 sal in koma me ya şanoyê heye. Me heta niha lîstikek lîst. Em bi giranî lîstikên têkildarî jin û zarokan dilizîn. Koma me ji 5 kesan pêk tê. Dema em dekor, kinc, ronahî, mûzîk û makyaj lê zêde dikin, ekîbeke mezin a jinan derdikeve holê. Em koma yekê ya jinan ya şanoyê ya Kurdistanê ne.”

Sarya Golan diyar kir ku wan şanoyên nivîskarên cîhanê jî pêşkêş kirin û got, herî dawî me şanoyeke Dairo Fo lîst. Lîstik hemê bi rastî jî li ser civakê ne. Lîstika ku em niha dilîzin, lîstikeke li ser xeyalên zarokekê ye. Ji ber ku lîstikên me rewşên di nava civakê de, di jiyanê de tînin ber çavan, heta niha pirsgirêkên me yên cidî çênebûne. Em berê jî wek kom beşdarî mihrîcanan bûbûn. Me xelatên derhêner û lîstikvanê/a herî baş bi dest xistin. Em bi lîstika xwe ya yekê ‘Jina Bêkes’ li bakur û rojhilatê Sûriyê geriyan. Me şanoya xwe li herêmên Heleb, Şehba, Kobanê û Cizîrê pêşandan. Dîsa di çarçoveya monodramayê de me lîstika Dairo Fo ya ‘Ez Ulrike me, Diqîrim’ bi adaptekirina wê ya Rojava wek ‘Diqîrim’ şîrove kir û bi vê lîstikê re em derketin gelek turneyan. Em beşdarî Mîhrîcana Şanoyê ya Mîtan bûn ku li Şehbayê tê lidarxistin. Me jî ev lîstik li herêmên Firat û Şehba, Heleb û Cizîrê pêşkêş kir.”

Derhêner Sarya Golan diyar kir ku ji ber vîrûsa korona di pêvajoyeke zehmet de ne û wiha got:  “Li gelek welatan mûzîkjen û şanogeran ji ber ku nekarîn piştî koronavîrusê hilberînin, dawî li jiyana xwe anî.  Tiyatro girtî ne. Nikarin lîstikên xwe bilîzin, ji aliyê aborî ve zehmetiyan dikêşin. Rojava ku qada şano û hunera çandî ye, hewl dide ji nû ve bi pêş bikeve. Em vîrusa koronayê bidin aliyekî, li vê axê rastiya şer hê jî didome. Bêguman em nikarin bi komên li Tirkiyê yan jî Rojhilata Navîn re bên gel hev. Li gel vê jî em hêvî dikin ku çembera ku me dorpêç dike, ji holê rakin û em ê çandeke nû derxin holê.”

Sarya Golan herwiha diyar kir ku divê her kes ji bo pêşxistina şanoyê li bakur û rojhilatê Sûriyê seferber bibe û wiha lê zêde kir: “Di qada şanoyê ya li Rojava pirsgirêka herî mezin ew e ku tenê di nava xwe de dimîne. Têkiliya bi komên derve û lîstikvanên welatên din re qels e. Em gelek komên şanoyê nas dikin, lê ev têrê nake. Divê em wan bînin vir. Divê em xwe bispêrin parçeyên din yên Kurdistanê. Divê em bi komên din yên şanoyê re li Rojhilata Navî li hev bicivin û derhênerî, lîstikvanî û pêwîstiyên xwe yên din hemûyan binirxînin. Dema ku komên me li wir hene yan jî lîstikvanên din ên ji derve tên li vir dilîzin, hingê bi rastî tiştên mezin û lîstikvanên jêhatî derdikevin holê.”

ANHA