Rojnameya Ronahî

Hewceye rêxistinên jinan li Çîçek Kobanê xwedî derkevin

Zehra TUNÇ

Sala 2011’an gelên Rojhilata Navîn li hemberî pergala netewdewlet yên ji aliyê hêzên derve ve dihatin rêvebirin serî rakirin. Ev raperîna gelan, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê (Rojavayê Kurdistanê) veguherî şoreşê. 19’ê Tîrmehê li Kobanê çirusa despêkê vêket û her çu tîna xwe li derdorê belav kir. Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji şoreşê re pêşengî kirin û di serî de leşkerî û di gelek qadandin de pêşengiya şoreşê kirin. Jinên di leşkeriyê de cesaret û fedekarî nîşandan, 4’ê Nîsana sala 2013’an bi navê Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) hêzên xwe avakirin û di eniyên şer de hêrsa xwe ya li hemberî pergala DAIŞê nîşandan.

Herî zêde di pêvajoya Berxwedana Kobanê de şer û têkoşîna jinan ya dibinya YPJ’ê de hat nasîn. Bi pêşengiya Arîn Mîrkan, Silava, Destîna Qendîl û Rêvana li hemberî tarîtiya herî qerêj a cîhanê, angu çeteyên DAIŞ’ê şer kirin û serkeftin kirin para hemû jinan. Her ku jinan hêviyên xwe dan çiruskên şoreşê, yên li ser vê erdnîgariyê geş dibûn. Li hemberê vê tekoşînê jî, pergala desthilata mêran ya bi komên çeteyên bi navên cuda êrîş zêde dikirin.

Dema ku jinan dixwest pira ku Sema Yucel avakirî bi hêz bêxin û biparêzin, li hemberê vê çeteyan jî êrîşî sembola aştî û aramiyê warê zeyîtûnê Efrînê kirin. Jinan li hemberî êrîşan cardin bi pêşengiya Avesta Xabûr û Barîn Kobanê di eniyên pêş de şer kirin û bi çalakiyên fedayî parastina ax û rumenta xwe kirin. Ev nîşanda ku jinên bi felsefeya Rêber Apo xwe perwerde kirine, li hemberî hemû cure êrîşan dikarin li ber xwe bidin û bi vîna jina azad şer bikin. Ew hêza ku jinan di wî şerî de nîşanda tenê li vê erdnîgariyê sînor nema, belavî gelek deveran bûn û jinê cîhanê ji wê cesareta wan hêz girtin. Vê yekê hêviyên jinan geş kirin û pêre jî hêzên tarî amadekariyên êrîşên cuda dikirin.

Di 9’ê Cotmeha sala 2019’an de êrîşî yek ji çavkaniyên jiyanê yên herî dîrokî Serêkaniyê û Girê Spî kirin. Di wê de jî rastî berxwedana şervanên YPJ’ê hatin. Ji Dayê Eqîde heta Amara Rênas û Hevrîn Xelefa… cardin fedekariyên gelek mezin çêbûn. Di van êrîşên hovane de, Dozgîn Temo binasnav Çîçek Kobanê dema di eniya şer de parêzvaniya welatê xwe dikir, bi birîndarî ket destê grûpên paramîlîter yên bi navê Artêşa Millî ya Sûriyê (SMO) û ew birin Tirkiyê. Paşê hat hînbûn ku li Girtîgeha Rihayê tê girtin. 24’ê Adarê hat darezandin û cezayê muebetê lê hat birîn. Çîçek Kobanê ya li Girtîgeha Rihayê Tîpa T’yê de tê ragirtin, vê carê jî cezayê dîsîplînê lê hat birîn û nekarî mafê xwe yê axaftina telefonê bikarbîne.

Fermandara Giştî ya YPJ’ê Newroz Ehmed têkîldarî darizandina Çîçek Kobanê di Ajansa Nûçeyan ya Firadê de nirxandin kir û got: “Darezandina Çîçek Kobanê darezandina hemû jinan e.” Hewceye hemû jin vê gotina fermandar Newroz Ehmed ji bo xwe weke banga xwedî derketinê bibînin û li Çîçek xwedî derkevin. Ji bo jinek ciwan a parêzvaniya axa xwe dike û bi birîndarî tê girtin û cezayê muebetê lê tê birîn. Pêdivî bi xwedîderketin û şêwirmendiya jinan heye. Hewceye rêxistinên jinan çawan bi şerê YPJ’ê jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nasîn, li wan xwedî derketin û ji wan hêz girtin hewceye bi heman şêweyî li Çîçek Kobanê jî xwedî derkevin û di însafa daraza Tirkiyê de nehêlin.