Rojnameya Ronahî

Gelo Heta Kengê?!

Heçî netew in rayekî xwe yê kûr di nava dîrokê de hene. Nasname û kesayetiya netewan ji girêdayî wî rayî ye. Netew, xwe bi wî rayî digirin û xwe didin naskirin. Dema mirov biyografiya netewan radixe li ber xwe û li ser hûr dibe, mirov dikare karakterê wan yê netewî derbixe holê. Çi ji aliyê çandî, dîrokî, derûnî, aborî, civakî ve be, çi ji aliyê pêşketin û hemdembûyînê ve be, mirov dikare bi awayekî zelal karakterê netewan bi saya serê belgeyên ku rayê wan vedibêjin bizane. Ev ji li gorî erdnîgariyê, îqlîmê, têkiliyên civakî, sazîbûyîn, têkiliyên bi netew û civakên cîran re û gelek tiştên din tê guhertin. Gelek dîroknasan, antropologan di vî warî de pirtûk nivîsîne û hewldane ku karakterê netewan vebêjin.

Îro li dunyayê de 196 dewlet, ji 1250 yan zêdetir netew û ji 7 hezaran zêdetir ji ziman hene. Kurd ji 1250 netewan yek in û zimanê wan ji di nava 7 hezaran de yek e. Lê mixabin di nava 196 dewletan de dewletek ya Kurdan nîne. Gelo çire îro di cîhanê de netewa herî qelebalix ya bê dewlet Kurd in? Derdora 50 milyonî Kurd li ser rûyê gerdûnê dijîn lê mixabin hê ji dewletek ya wan nîne. Gelek dewlet hene ku şêniyên wan ne bi qasî bajarek yê Kurdan in ji, lê belê karîne serxwebûna xwe bistînin û dewleta xwe ava bikin. Gelo ev ji çi tê? Bê goman ev ji kemilîna hest û hîmên netewbûyînê tê. Welê diyare ku di nava Kurdan de hest û hîmên netewbûyînê hê ji ne kemilîne, jiber wê ye ku Kurdan nekariye serxwebûna xwe bistînin û dewleta xwe ava bikin.

Dibe ku hinek kes bêjin ma ev ji gotine tu dibêjî. Erê sedemê herî mezin yê Kurd hetanî îro ji bindest hêlayî ne pijîna hestên wan yên netewî ne. Heke hestên Kurdan yên netewî kemilîbiyan, li kûdera cîhanê be bila bibe, dema xwîn ji neynûka Kurdekî bihatiya diviya bû ku ew pê bi êşiyan. Lê mixabin hetanî îro ji gelek Kurd li gorî bawerî, bîrdozî, perçê lê dijîn, hizrên polîtîk û hwd nêzîkî birayê xwe yê Kurd dibin. Dev li berketina zilma neyarên wan li ser birayê wan dikin berde, keyfa wan tê û di dilê xwe de dibêjin ox dilê min xweş! Kurd hê ji nikarin bi awayekî netewî li birayê xwe, li nirx û destkeftiyên xwe xwedî derbikevin. Hûnê bêjin tu çawa dikarî van gotinan evqas bi rihetî bêjî? Ez dikarim bêjim, jiber ku delîlên min yên xurt hene. Dema mirov berê xwe dide belawelatiya Kurdan jixwe her tişt li ber çava ye. Hê ji bîrdozî û hizrên gelek Kurdan yên polîtîk li ser hestên wan yên netewî re ne. Hêj Kurdan nekariye di nava xwe de li ser alayek netewî li hev bikin. Mînak li Başûr ala Kurdistanê heye û bi awayekî fermî ji aliyê parlamentoya Kurdistanê ve hatiye pejirandin, lê belê hêj ne hemî Kurdên li her sê perçên din ew al pejirandine û ne ji desthilatdariya Başûr kariye bi polîtîkayên netewî wê li hemî Kurdên perçên din bide qebûlkirin. Mînakek din ya kiçik, di 26 î Adarê de nivîskar, lêkolîner û akademîsyenê Kurd Qedrî Yildirim çû li ser dilovaniya Xwedê, lê sed heyf û mixabin gelek nivîskar û siyasetmedarên zirtker ji ber nasnameya wî ya oldariyê, devê wan negera ku rehmetê ji lê bînin. Ev tiştên wiha ji bû asta kemilîna hestên netewî girîng in. Jixwe em behsa meselên yekîtiya netewî nakin, jiber ku ew şev û roj di devê hemî Kurdan de ye. Gelo heta kengê?

Li ser wefata rehmetî Qedrî Yildirim, ez dibêjim bila serê gelê Kurd û malbata wî sax be. Ewî kedek mezin ji bû zimanê Kurdî da. Ewê her tim di dilê Kurdî hezan de be. Giyanê te şad be mamostê nemir. 01.04.2021

 

Sîpan Şînda