Idrîs Henan
Dosyayên binçavkirina siyasî yek ji mijarên girîng ên tevlihev ku ji nêz ve têkildarî mafê mirovan in. Çiqas sedemên girtin û binçavkirinê cuda bin, lê ew yek rê nade ku karakterê mirovî bête înkarkirin. Ew jî li gorî danezana cîhanî ya Mafê Mirovan a 1948’an û Peymana Navneteweyî ya Mafê Mirovên Sivîl û Siyasî ya 1966’an hatiye destnîşankirin ku her mirovek xwedî mafê jiyanê ye. Eger dunya bi qanûnên xwe ve girêdayî be, pêwîste xwedî lê derkeve û wan mafan biparêze. Dixwaze rewş asayî yan awarte be jî, çênabe li gorî keyfan jiyana mirov û mafên wî bêne bêparkirin. Nexasim girtiyên dozên siyasî ku ji ber raman, bawerî û fikarên xwe yên azadiyê bi awayekî dijberî mafan ji aliyê serdestan ve bê dadwerî têne binçavkirin.
Li gorî rêzik û rêgezên rêxistinên navneteweyî yên girêdayî mijarê, girtiyên ji ber dozên siyasî û hemû girtiyên dîtir xwedî mafên parastin, dermankirin, xweîfadekirin, lêgerîna alîkariya parêzeran û serdana malbat û xizman in. Ango bê cudahî pêwîste rêz ji mafên wan re bê nîşandan. Her wiha pêwîste hemû hewcedarî û pêdiviyên tendirustî, bijîşkî, xwarin, mercên avhewayê li ber çav bên girtin. Nemaze qadên lê tên girtin ku bi awayekî xwezayî karibin pêdiviyên xwe yên jiyînê peyda bikin.
Di zîndanên sîstemên dîktator û faşîst ên fena Tirkiyê de, bi hezaran girtiyên ku ji mafên xwe yên bingehîn qut in, hene. Çarenûsa hezaran nayê zanîn ne jî malbat hayî jê hene li ku ne û çi îşkenceyek sîstematîk li ser têye meşandin û ka di bin çi mercên nemirovî de ne?
Ev sîstemên han, ta ku binkeftin û binpêkirinên xwe yên mafê mirovan binixumînin, bi awayekî çewsîner, bi hezaran girtiyên dozên azadiyê weke terror radigihînin û li dijî mafê wan a xweparastinê rêbaza îzolekirinê didin meşandin. Bi gotineke din; bi mekanîzmayên sîstemên desthilat ên faşîst û qirêj tiştek bi navê mafê mirovan li holê nahêlin. Heya ji wan bê dozên gelan normalîze û bê wate dikin. Ji ber vê jî çiqas hêza maşîneya medyayê hebe, di xizmeta vê armancê de didin xebitandin.
Bê guman yek ji girîngtirîn kesên li dunyayê ku îro rûbirûyî van kiryarên faşîst e, Rêber Ocalan e. Ji ber vê jî Rêber APO di têkîliya xwe ya dawî bi biryarê xwe Mehmed re bi hêrs rewşa heyî weke “xeternak” pênase kiribû.
Rêbertiyê rast got; ji ber ku doz ne dozeke malbatî yan a hundirê Tirkiyê bi xwe ye. Mesele hiqûqî û siyasî ye. Ew jî di encama komployek navneteweyî de hatiye dîlgirtin. Dêmekî doz dozeke navneteweyî ji malbat û Tirkiyê mezintir e.
Tirkiyê hewl dide bi van rêbazan dozê pasîfîze bike, wek ku çawa kirîmnalek an azepek hatiye girtin!. Aliyê dîtir ve, dixwaze rewatiyê bide dozgeriya xwe. Ango; serdema xwe ya feodal meşrû bike. Ji lewra serokatiyê ev bersiva hişk da birayê xwe Mehmed ku neyên xefkên dewletê û dozê normalîze nekin. A di dewrê de felsefeyek jiyanê û doza gelekî li pey azadiya xwe ye. Ev ji dewlet û malbatê mezintir e.
Ev aliyek wê ye, ya dîtir jî hiqûqî serf e ku pêwîste aliyên tiliya wan di vê komployê de hene, ji rewşa serokatiyê berpirsiyar bin. Ji ber ku gelê me dê hesab ji wan bixwaze. Her wiha sazî û dezgehên bi şev û roj guhên me bi hiqûqa mirovan kun kirine lazime li rêzik û misyonên xwe xwedî derkevin, lê ji ber ku rêzik û regezên wan tenê xumava li ser kaxezê ne, di heman demê de parçeyek objektîf a komployê ne.






