Rojnameya Ronahî

Pêşewa Qazî Mûhemed kî ye?

Serbest Ehmed/Qamişlo

Pêşewa Qazî Mihemed, bi ked û têkoşîna xwe di nav gelê kurd bû nimûneya cangorîtiyê û di zimanê dîroka kurdî de weke stêrkekê cî girt.

 Ji ber berjewendiyên dewletên navneteweyî yên qirêj, bi destê dewleta îranê ya dagîrker, 31 Adara 1947an Qazî Mihemed, hat darvekirin. Bi vê darvekirinê, xwestin vîna gelê kurd tine bikin. Lê nêviyên Pêşewa li seranserê Çiyayê Kurdistanê dubare destanên berxwedanê dinivîsin.

Jiyana Pêşewa Qazî Mihemed

Qazî Mûhemed kurê Qazî Elî kurî Qasim kurê Mîrza Ehmed e, yekê Îlona sala 1900an li bajarê Mehebad, yê Rojhilatê Kurdistanê di malbateke oldar û pêşeng de ji dayîk dibe.

Bi temenekî biçûk, di bin destê bavê xwe(Qazî Elî) û apê xwe(Seyf Qazî) dest bi xwendina ziman û wêjeya kurdî dike. Piştî ku xwendina xwe bi pileya qazî diqedîne, sala 1924an dibe rêveberê Desteya Karê Islamê li Mehebadê. 1926an jî weke rêveberê  Desteya Perwerdeyê li Mehebadê dest bi kar dike. Di wê demê de, ji bo pêşxistina asta xwendin û fêrbûnê xebateke mezin dike û du dibistan li Mehebadê ava dike. Ji keçan re jî dibistanekê vedike. Têkiliyên xwe bi xwendekar û rewşinbîran re çêdike. Ji bilî kurdî, zimanê Erebî, Ingilîzî, Farsî, Rûsî û Fernsî jî dizane. Qazî Mihemed di civakê de xwedî kesayeteke balkêş e, bandoreke mezin û erênî li her kesî dike

XEBATA CIVAKÎ Û SIYASÎ

Pêşewa Qazî mihemed di warê siyasî de zana ye û têkiliyên xwe bi gelek siyastmedar û têkoşerê kurd re li seranserê kurdistan çêdike. sala 1930an jî, bi riya Îhsan Başa Norî tevlî partiya xwebûn dibe. Li gel karê siyasî û banga mafê gelê xwe li Tehranê, karê perwerdeyê û xebata civakî dike. Herwiha alîkariya malbatnên xizan, li seranserê Rojhelatê Kurdistanê dike.

Piştî mirina bavê wî, 1931an dibe Qazîye Mehebad’ê. Lê ji ber sedemên siyasî û axaftina wî bi zimanê kurdî sala 1936an ji aliyê şahê Îranê ve, ji kar tê dûrxistin.

1941an Pêşewa tevlî Komela Jiyana Kurdistanê dibe. Li gel şandên komelê jî, serdana Bako dike û li gel berpisên yekîtiya sovyet dicive. Zanebûna wî, bala sovyetan dikşîne. Di sala 1945an dibe serokê wê komelê. Lê ji ber pêwîstiyên reşwa kurdistanê, Komelê dihildiweşîne. Pişt re Partiya Demokratîk Ya Kurdistanê ava dike û dibe sekreterya partiyê. Bi navê Pêşewa jî tê naskirin. Bi serokatiya wê şanda partiyê, serdana Tebrîz dike û beşdarî maresimê damezrandina Komara Neteweyî ya Ezerbêcan dibe.

DAMÊZNERÊ KOMARA KURDISTANÊ

22ê çileya 1946an, piştî ku ji Tebrîz vedigere, ala Îranê ji ser dezgehên mehabad dadixe û ala Kurdistan bilind dike. Komara Kurdistan jî radigihîne û qazî mihemed weke serokê komarê tê hilbijartin.

Bi sirûda” Hey Reqîb” û bi vê sûndê “Bi Xuda, Bi Peyvên Quranê, Bi Niştîman, Bi Kurdayetî, Bi Ala Pîroz Sûnd Dixwim Ta Dawiya Jiyana Xwe, Ji Bo Serxwbûna Kurdistanê û Mafê Gelê Xwe Xebat Bikim” maresimên demezrandina Komarê li qada Çarçira, tê lidarxistin.

Komara Kurdistan bi serokatiya Pêşewa di salekê kêmtir de, dikare gelek destkeftên siyasî, aborî  û civakî bi dest bixe. Herwiha sistemeke nû ji bo rêveberiya sazî û hikumetê datîne. Di warê çand û perwerdeyê bi awayekî berbiçav pêşdiket. Bi dehan rêxistinên jin û sîvîlan jî tên damezrandin û zimanê kurdî dibe zimanê fermî yê Komarê. Gelek rojname weke Kurdistan, Niştiman, Awat û Helalê tên weşandin. herwiha sînema û radiyo kurdî jî çêdibe.

PÊŞEWA NIMÛNEYA  CANGORIYÊ YE

Di 13/12/1946 artêşa Îran êrişî Komara Ezerbêcan kir û hemû pêşengê gelê Ezerî reviyan e yekîtiya sovyetê. Ev yek bû sedema ku artêşa Îranê kuştin û komkujiyan li dijî gel bike.

Di 17ê heman mehê de, êrişî Komara Kurdistanê dike. Çend berpirsên komarê hewl didin ku Qazî  Mûhemed li gel xwe bibin Yekîtiya Sovyet’ê. Lê Qazî bi van gotinan bersiva wan dide:”Ez xizmetkarê gelê xwe bûm, ez dev ji gelê xwe bernadim û wî bi tenê nahêlim, çi dibe bila bibe.”

Komara Kurdistanê ji aliyê artêşa dewleta Îranê ve tê dagîrkirin. Qazî Mihemed,Hisîn Sef Qazî û Seder Qazî jî tên destgîrkirin. Bi sûcê damezrandina Komara Kurdistanê û têkiliya bi yekîtiya Sovyetê, 23/1/1947an li dadgehê cezayê darvekirin li ser Pêşewa û 28 hevalên wî tê stendin. Ji bo rizgarkirina Qazî, Qûlî Erdelan û Xelîl Fehîmî endamên parlemantara Îranê, serdana wî dikin û jê dixwazin ku lêbûrîna xwe ji desthilata Îranê bixwaze, di encamê de wê bê efûkirin. Lê Qazî bi ser bilindî bersiva nexêr dide wan.

Di 31ê Adara 1947an, li qada Çarçira ya ku cihê ragihandina Komara Kurdistanê bû, her sî qazî ji bo darvekirinê tên amedekirin. Qazî Mihemed bi vê gotinê bersiva dagîrkeran dide: “Erê hûn niha Qazî Mihemed dikujin, lê bi hezaran Qazî wê werin afirandin, wê têkoşîn û xebat xwe dewam bikin.”

Di dema darvekirinê de, hêzên dagîrkeran dixwazin bi çavgirtî Qazî Mihemed dar vekin, lê Qazî vê yekê red dike û dibêje: “Çavên min negirin, bila heta dawî çirkê di jiyana min de çavên min bi bedewiya kurdistanê bikeve.”