Rojnameya Ronahî

‘4`ê Nîsanê roja vejînê ye’

Dilîn EHMED/Qamişlo    

Gelê Kurd rojbûna Abdullah Ocalan mîna rojeke vejînê pênase dikin. Her sal ji bo vê rojê çalakiyên cuda li dar dixin.

Abdullah Ocalan 4`ê Nîsana 1949 li gundê Amara li ser navçeya Xilfet ya Rihayê ya bakurê Kurdistanê hatiye dinyayê. Dibistana seretayî li gund û ya navîn li navçeya Mizipê ya Dîlokê xwendiye. Li gorî heval û dostên wî dibêjin, Rêber Abdullah Ocalan pir ji xwezayê hes dikir. Heta temenekî Ocalan li gundê xwe ma ye. Piştî sala 1966an ku ji bo xwendina xwe çû Enqera, têkiliyê wî ji gund qut bû ne. Li Enqerayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li fakûlta beşê Zanista Siyasî, xwendina xwe berdewam kiriye.

Ji bo bidestxistina mafê gelê Kurd sala 1978an, Partiya Karkerê Kurdistan (PKK) avakir. Sala 1984an partiyê dest bi çalakiyeke leşkerî kir. Ji ber zext û gefên dewleta tirkî Abdullah Ocalan berê xwe dide Sûriyê, kar û xebatên xwe li wê derê didomîne. Sala 1999an bi komployeke navneteweyî Rêber Abdullah Ocalan tê girtin û ev 22 sale di tecrîdek giran de li zindana Îmraliyê de dîlgirti ye.

Di derbarê tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo û wateya 4ê Nîsan’ê ji bo gelê Kurd Ibrahîm Gulo ji mera axivî.

“TELEFONA 3-4 DEQEYAN ÊŞA BI MILYONÊN KURD DERMAN NAKE”

Ibrahîm Gulo ku gelek caran bi Rêber Apo re hevdîtin pêk aniye, dîyar kir ku Rêberti kilîta çareseriya pirsgirêkên Rojhilata Navî ye û got: “Destpêkê em rojbûna Rêbertiyê li wî, gelê xwe û kesê azadîxwaz pîroz dikin. Ev roja taybet li cem me roja vejînê ye. Çimkî, ne ji berxwedana wî ba, niha emê ji miletek mirî bana. Bi fikir û felsefeya Rêbertî pirsgirêkên Rojhilata Navî tev tên çareserkirin. Ji ber ku piroja Serokatî, pirojeya azadî û demokrasiyê ye. Mînaka herî ber biçav, şoreşa Rojava ye. Gelê ereb, suryan, aşûr û hwd.. mafê xwe di vê pirojeyê de dîtin. Ji bo wê dewleta Tirkî êrişên xwe li ser van herêman rojbiroj zêde dike, çimkî siyaseta wî dijî demokrasiyê ye.”

Ibrahîm daxwaz ji rêxistinên mafê mirovan kir ku li Rêberê neteweyî xwedî derkevin û got; “Cihê Rêberê me ne di zindanê de ye, ti zagonên cîhanê yên bi vî rengî tune ne. Mafê girtiya ye ku hevdîtinan bi malbat û parêzerên xwe re çêkin. Telefona 3-4 deqeyan êşa bi milyonan Kurd derman nake.”

“KOLETIYÊ QEBÛL NEKIN PIŞTGIRIYA TÊKOŞÎNÊ BIKIN” 

Ibrahîm Gulo daxwaz ji gelê Kurd yê ku li bakurê Kurdistanê dimînin kir ku, li berxwedana zindanê xwedî derkevin û serî ji dijmin re êdî netewînin û axaftina xwe wiha bidawî kir: “Bila dewleta tirkî baş bizanibe ku girtina Rêbertî xeteriyekê mezin li ser wan çê dike. Armanca komployê ew bû ku Rêber û gel ji hev qut bikin. Lê daxwaza wan ya qirêj pêk nehat. Dibe ku Rêbertiya me di zindana wan de girti be, lê ew bi fikirê xwe azade û em jî li ser ramanên wî jiyan dikin. Ji ber vê yekê, daxwaziya min ji gelê me yên ku li bakurê Kurdistanê ew e ku, destdûrê nedin dijmin ku wan ji xwe re bikin kole. Herwiha bila bi siyaseta dewleta tirkî û şerê wê yê taybet neyên xapandin. Em dibêjin êdî bese, dem hatiye ku em xwe bikin yek û Rêberê neteweyî Abdullah Ocalan azad bikin.”