Rojnameya Ronahî

SD Maths

Hediya HISÊN/Qamişlo

Berî 6 salan û şûn de li cîhanê de zanista jîrkirina mejiyên zarokan derket pêş. Cara yekem ku li bakur û rojhilatê Sûrî navendên jîrkirina mejî vedibin û bi rengekî mezin belav dibin.

JÎRKIRINA MEJÎ ÇI YE?

Pênaseya Jîrkirina mejî ev e ku bêyî bikaranîna makîneyeke jimarî an kaxez û pênûsê bi navgîniya mejiyê mirov ve operasyonên bîrkarî yên zêdekirin, veqetandin û dabeşkirinê pêk tîne.

Mamosteya jîrkirina mejî Gulşah çeto wiha axivî: “Jîrkirina mejîyên zarokan zanisteke nû derketiye pêş. Navenda SD Maths navenda yekem ya li bakur û rojhelatê Sûrî perwerdeya jîrkirina mejî pêşkêş dike. zarok ji temenê 4 salî heta 18 salî tên qebûlkirin. Perwerde ji 10 qonaxan pêk tê, ji temenê 10salî û bi jor de ji 9 qonaxan pêk tê. Her temenek qonaxeke wê taybet heye. Bi riya lîstik, reng û lîstikên Lîgo em zarokan fêrî jimartinê dikin.”

Gulşah wiha berdawamî da axiftina xwe; “Derdora 80 zarokan em perwerde dikin, temenê wan ji 4 salî heta 15 salî ye. Di heftiyê de 3ê rojan, di her rojê de seatekê perverde tê dayin. Bi 3ê zimanan em perwerdeyê pêşkêş dikin (Kurdî, Erebî, Ingilîzî).”

“Ji ber ku zanisteke nû ye, xwesteka fêrbûnê zêdeye”

Gulşah Çeto bi lêv kir ku ew ji bo vê perwerdê heman demê maste yên xwe jî di perverdeye teybeybet de derbaz dikin û wiha pêda çû;“ji ber ku zanisteke nû ye malbat jî dixwazin bi zarokên xwe re alîkar bin. Ji ber wê hem ji bo malbatên zarokan, hem ji bo kesên ku dixwazin fêrbibin û perwerdeyê li navendên cuda pêşkêş bikin me derfet ji wan re vekir.

Çeto wiha axaftina xwe qedand: “di demê pêş de armanca me ewe ku em van  perwerdeyên pêşxistinê zêdetir bikin. Heman demê de emê di herêmê de pêşbirkan çêbikin û rê li pêşketina zarokan vekin.”