Komîteya Azadiya Rêbertiyê ya bakur û rojhilatê Sûriyê dest pêngavekê kir û bang li CPT kir ku li hemberî tecrîda girankirî ya li ser rêber Abdullah Ocalan erkê xwe pêk bîne. Herwiha bang li gel kir ku beşdarî pêngavê bibe.
Komîteyê nameyek ji Komîteya Pêşîgirtina li Işkenceyê (CPT) ya girêdayî Yekîtiya Ewropa (YE) re şand. Di nameyê de bang li CPT hat kirin ku serdana Îmralî bike û erkê xwe pêk bîne. Herwiha ji bo dayîna destûra hevdîtinê ji parêzerên rêber Abdullah Ocalan re, kar bike.
Nameya komîteyê wiha ye:
“Ji 27`ê Nîsana 2020`an ve ji rêberê gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan agahiyên zelal nehatine. Di demekê de ku agahî û pêwendiyên pê re hatine qutkirin, 14`ê Adara 2021ê li ser hin malperan hat belavkirin ku birêz Ocalan jiyana xwe ji dest daye. Vê nûçeyê di vê rewşê de gelek guman û fikarên me li ser jiyana rêber Ocalan çêkirin. Ji wê demê heta niha hikumeta Tirkiyê ji bo şîrovekirina vê nûçeyê ti gavên cidî neavêtine. Herwiha heta niha bersiva daxwaziyên parêzeran û malbatê yên serêldanê nehatiye dayîn.
Ji bo kêmkirina fikarên me yên li ser jiyana birêz Ocalan ku hûn saziya herî zêde xwedîmaf in derbarê agahîgirtinê de em bang li we dikin ku hin gavan biavêjin da ku rewşa birêz Ocalan bê eşkerekirin.
Berî her tiştî, ji bo eşkerekirina rewşa birêz Ocalan û di çarçoveya maf û derfetên we de, em bang li we dikin ku serdana girtîgeha Îmralî bikin, da ku birêz Ocalan bikare hevdîtinê bi parêzerên xwe re çêke. Ji ber wê divê CPT tevî malbatê û parêzeran biçe Îmralî.”
Komîteya Rêbertiyê ya bakur û rojhilatê Sûriyê bang li gelên herêmê kir ku beşdarî pêngavê bibin, bi şandina vê nameyê ji emaîla CPT`yê re, da ku karibin rewşa rêber Abdullah Ocalan nas bikin û bihêlin ku perêzer hevdîtinê pê re pêk bînin.
Navnîşana emaîlê ya CPT`yê li ser înternetê wiha ye





