Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

“Hûn nikarin Şingalê dagîr bikin”

30/03/2021
in ROJEV
A A
“Hûn nikarin Şingalê dagîr bikin”
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçan/Qamişlo

Plan û gefên dagîrkirina Şingalê rojana zêde dibin. Ev yek nerazîbûn û hêrsa civaka Êzîdî derxistin asata herî jor. Fermandarê YPŞê Dijwar Feqîr diyar kir ku çi dibe bila bibe ew ji Şingalê dernakevin û serî ji wan re danaynin.

“PLANA VALAKIRINA ŞINGALÊ JI ÊZÎDIYAN, KETIYE DEWRÊ”

Derbarê gefên Îraqê û planên dewleta tirkî ya dagîrker de, Fermandarê YPŞê Dijwar Feqîr wiha nirxand: “Weke tê zanîn plan û êrişên li ser Şingalê ne nû ne. Ji 2014 ve didomin, niha tenê rengê êrişan hatiye guhertin. Plana valakirina Şingalê ji Êzîdiyan, ketiye dewrê. Çimkî mana Êzîdiyan li ser vê xakê nakeve xizmeta berjewendiyên wan. Gefên dewleta tirkî ya dagîrker û astengkirina vegera gel, şerekî taybete li ser Şingalê didin meşan din. Li ser vê xaka  pîroz me gelek gavên erênî avêtine. Him Rêveberiya Xewser, hem jî hêzên me yên leşkerî. Em nebûne asteng li pêşiya Îraqê, ku xebatê xwe li vir bi rê ve bibe. Berovajî wê me destek da wan û me li vir her kes bi rêxistin kir. Peymana ku hatiye îmzekirin, li dijî vîn û xebatên me ye. Niha li seranserê Şingalê artêşa wan belav bû ye. Herwiha hêzên me jî li vir hene.”

“DEM DEMA BERXWEDANÊ YE”

Dijwar Feqîr axaftina xwe wiha domand: “Peymana ku bi serkêşiya PDK, dewleta tirkî ya dagîrker dayiye kirin, li dijî vîn û hebûna civaka me ye. Niha li Şingalê her ku diçe, rewş aloz dibe. Ji ber her der dorpêç kirine.  Bi van kiryaran dixwazin erkê xweparastinê ji destê me bigirin. Ev xetereke mezin li ser gelê me ye. Çimkî ji bo parastina civaka me ti gerantî ne dane û ji bo Êzîdiyan ev rûmetşkandinke mezin e. Me bi hezran şehîd dan, ferzikirina vê yekê tê wateya binpêkirina keda bi salan.”

Dijwar bi bîranî ku ji ber bê parastin û komkujiyan hêza xwe ya parastinê ava kirin e û wiha pêda çû; “Ev zoriyên ku bi pêşengîya Tirkiyî, Îraq û PDKê li ser me dike, wê bibin sedema pirsgirêkên mezin. Dixwazin komkujiyekê din bi serê me de bînin. Lê bila baş bizanin ku em serî ji wan re danaynin. Çi dibe bela bibe emê li ber xwe bidin. Çimkî me soz daye civaka xwe, emê heta dawiyê xaka xwe biparêzin. Hêzên ku Şingal rûbirû komkujiyê hiştin û reviyan carekedin venagerin ser xaka me.”

Fermandarê YPŞ Dijwar Feqîr axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Civîna ku me li der xist li ser van bingehan bû. Me ji gelê xwe re rewş ragihan û li ser esasê wê jî gel berteka xwe raber kir. Yên ku ji van planan sûd bigirin, dewleta tirkî ya dagîrker û DAIŞe. Ev plan wê feleketek mezin bi ser şingal, gelê Rojhilata navî û cîhanê tevan de bîne. Ev xak ya me teva ne, ji bo wê banga min ji keç û xortên me re heye ku li keda şehîdên xwe xwedî derkevin û tevlî nava refên YPŞ û YJŞê bibin. Dem dema berxwedanê ye.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.