Darîn Silê/Qamişlo
14ê Adara 2021ê li ser malperên civakî ji aliyê hin kesan ve, li ser tenduristiya rêberê gelê Kurd Abdullah Ocelan hin agahî hatin belavkirin.
Ji bo zelalkirina rewşa tenduristiya rêber Abdullah Ocalan, Yekîtiya Bijîşkên Herêma Cizîrê, îro (17.03.2021) saet 10an li ber Navenda Tenduristiya Gel ya li bajarê Qamişlo daxwiyaniyek da.
Daxuyanî wiha ye; Li gorî pîvanên navnetewî yên mafê mirovan dive kesê ku di girtîgehê de rastî işkenceyê nebe. Herwiha mafê wî ye ku daxwaza hevdîtina malbat, parêzer û hevalên xwe bike û divê ji mafê xwe yê jiyanê qut nebe.
Bi navê Yekîtiya Bijîşkên Herêma Cizîrê, em bang li tevayiya bijîşkên navnetewî, heyva sor, saziyên navneteweyî û rêxistinên mafê miroven dikin ku ji bo hevdîtina parêzeran bi rêber Abdullah Ocalan re, israrê li dewleta tirkî bike, da ku tecrîdê ji ser rêbertî rakin.