Rojnameya Ronahî

Encamnameya konferansa jinan eşkere bû

Komîteya amadekar encamnameya Konferansa Hevbeş ya Jinên Neteweyên Cuda ku 6’ê Adarê dest pê kiribû, eşkere kir.
6’ê Adarê jinên Efxanî, Îranî, Ereb û Kurd konferanseke online li dar xistibûn. Komîteya amadekar ya konferansê encamname eşkere kir.
Di konferansê de, endama Komeleya Şoreşgerên Jin yên Efxanistanê Sara Sema, endama Rêxistina Tirîbonal ya Îranê Mêrsêde Qaidî, endama KJAR’ê Mîryem Fetihî, çalakvana Mafê Mirovan Heyfa Elesedî, endama Hemahengiya Platforma Dekokrasiyê ya Îranê Besê Şamarî axivîn.
Piştî delegeyên konferansê encamnameya konferansê erê kirin, ji raya giştî re hat eşkerekirin. Xalên encamnameyê wiha ne:
1- Têkoşîna hevbeş ya jinan li ser bingehê nasîn û piştgiriya hev ya li dijî siyaseta şerxwazî, dagîrkeriya emperyalîzma cîhanî û herêmê, sermayedariyê weke beşa sereke ya têkoşînê hat destnîşankirin. Pêwîstî bi yekdengiya jinan heye.
2- Piştgirî û piştevaniya jinên panaber û koçber û bi taybetî jinên Efxanistanê yên li Îranê ku bûne qurbanên siyaseta şovenîst û ji hemû mafên xwe hatine bêparhiştin.
3- Têkoşîna hevbeş ya li dijî yasaya Komara Islamî ya ku jinan bindest dike.
4- Li dijî siyaseta Komara Islamî ku bûye sedema lewazkirina rêgez, nijad, aborî û siyasî ya ku bi riya bicihkirina yasayên dijî jinan, têkoşînek hevbeş.
5- Têkoşînek hevbeş ya ji bo azadî û piştgiriya girtiyên siyasî-sîvîl û jinan.
6- Ji bo parastina jinan û yekrêziyê, pêkanîna mekanîzmeyekê û avakirina eniyeke hevbeş ji bo parastina beden, çand, siyasî û aboriyê. Bi pêkanîna kampanyayeke hevbeş û yekdeng ku piştgiriyê bide hemû tevger, raperînên jinan ya li hemberî teror, êriş û hebûna jinan dike armanc.